Difference between revisions 1062457 and 1066005 on kuwiki

{{çav lê gerandin}}

== BNZ-Bernamesaziya Neuro-Zimanzanî (NLP) ==
'''BNZ''' (Bernamesaziya, Neuro-Zimanzanî) yan '''NLP'''  ({{bi-en|Neuro-linguistic programming}}) modelek bo têgihîştin û baştirînkirina têkilî, qalibên tevgerê û qalibên baweriya mirovan e. Angaşta wê ya sereke ew e ku pêvajo yan prosesên derûnî û têgihîştina derûnî wekhev in, heger balansa vê wekheviyê xirab bibe, astengî yan [[nexweşî]] rûdidin. Bi hin teknîkan mirov dikare wan bipeyitîne, piştre jî di tedawiya astengî yan nexweşiyan de bikarbîne.

Di NLPê de yek an du kanalên hestî bi tercîhî têne bikar anîn. Ev bi gelemperî  temsîlên dîtbarî û bihîzbarî (akustikî) an dîtbarî û kînestetîkî ne. Teoriya celebên fêrbûnê li gorî vê senifandinê ye. Mirov di pêvajoyek domdar a guherînê de ye û ev ji peresanê tê. [[Herakleîtos]] gotibû, ''„Hûn nikarin du caran bikevin nav çemekê“.'' Guherîn esasê hebûnê ye. Pirsgirêk an bertekên nelirê dikarin wekî nîşanên pêvajoyên pêşveçûnê an jî nîşanên qonaxên mezinbûnê jî werin fêhmkirin. Geşedan bidawî nabe, lê bi alîkariya BNZê mirov dikare bandoreke erênî lê bike.

Ji konseptên [[Gestaltterapî]], [[nojdariya axavtinê]] (nojdariya ku şêwirdar/nexweş bingeh digire), [[Hîpnotîzma|Hîpnoz]], Kognîsyonzanî, konstrûktîvîzmê sûdê werdigire. Di sala [[1973]] de ji [[DYA]]<nowiki/>yê belav bûye. Ji aliyê [[Richard Bandler]] (înformatîker û matematîkernas), [[John Grinder]] (zimanzannas) û [[Gregory Bateson]] ve bingeha wê hatiye avêtin. Piştre [[Fritz Perls]] (terapîstê gestalt), [[Milton H. Erickson]] (hîpnozker) û [[Virginia Satir]] (terapîsta malbatê) tevlî wan dibe. NLP di salên dawî de bala gelek firoşkar, şêwirmend, perwerdekar, mamoste û herî dawî psîkoterapîstan dikişîne.

''Pêvajoyên, operasyonên di mejî de (= Neuro)''

''Bi alîkariya ziman  (= Linguistic)''

(contracted; show full)3. Therapie in Trance NLP und Struktur hypnotischer Kommunikation, John Grinder, Richard Bandler, 2007

Drn. Darius Winzer

* Twitter: <nowiki>https://twitter.com/Darius_Winzer</nowiki>
* Facebook: <nowiki>https://www.facebook.com/darius.winzer.9</nowiki>

''Têbinî: Beî destûr nikare bê weşandin. Pêwîst be doz tê vekirin. All rights reserved.''