Difference between revisions 487358 and 487379 on kuwiki{{Taxobox | name = Pûng | image = Mentha pulegium.jpg | image_width = 200px | regnum = [[Riwek|Plant]]ae]] | divisio = [[Riwekên kulîlkdar|Magnoliophyta]] | classis = [[dicotyledon|Magnoliopsida]] | ordo = [[Lamiales]] | familia = [[Lamiaceae]] | genus = ''[[Mentha]]'' | species = '''''M. pulegium''''' | binomial = ''Mentha pulegium'' | binomial_authority = [[Carolus Linnaeus|L.]] }} '''Pûng''' gihayekî çolê yî bi bihîn e. Wekî [[nane]], [[tihtavik]] ûêd cureyek ji [[pûjan]]ê ye. Pûjan navê koma vê riwekê ye ku ji [[famîleya gezika derewîn]] e. Bêhna wê hilma mirovan vedike. Ku meriv ev gîhayî bicû devê merivan hênik dibe. Du cureyên xwe hene: *[[Pûnga zinaran]] *[[Pûnga aviyan]] [[Kategorî:Riwek]] [[Kategorî:Pûjan]] [[Kategorî:Famîleya gezika derewîn]] [[Kategorî:Biharat]] '''Agahdariya zêde''' Pûng, pîng Mentha Piperita ''(ya rastî mentha pulegium e?)'' Pûng giyayek bêar e. Ji cihên sîber û hêwî hez dike. Li ber lêvên coyan û çeman xwe bixwe hêşîn dibe. Lê çandina wê jî tê kirin. Linav baxçan û li eywanan jibo bênxweşî, lawînî, baharat û jibo mêş nekevine hundurê malê, tê çandin.Bejna wê 30- 100cm bilind dibe. Belgên wê keskê tarî û rexênwan xetxet in. Di meha tîrmehê de kulîlkan vedike, kulîlkên wê wek leylank peyazî û sipî ne. 30 cûreyên wê hene. Tovê wê qahweyî ye. Devera bikevê lê şîn tê, lewre di demek kurt de dera lê bê çandin, rehên xwe berdide û pir dibe. Dîrok û welat: Di medenîyetên Yewnan, Roma , Misir, Med, Asûr û Babiliyan de, belgên wê jibo derman, bêhnxweşî û tamxweşkirinê dihat xebitandin. Salên 1800 an de Ewropiyan birine Amerîka û çandiniya wê kirine û hêjî jibo benîşt, macûna diranan, parfûm û dermanan, nebatekî herî berbiçav e. Welatê wê nayê zanîn, lê li her deverê cîhanê hêşîn dibe. Berhevkirin:Berî kulîlkan bide bi çiqan ve tê birîn. Bi qevdikên ne şidîyayî di cihek sîber û hewagir de tê hişkkirin. Paşê tê hûrkirin û di firaxek cam, an jî tûrek caw de, bi devgirtî tê parastin. Di salê de 3- 4 caran mirov dikare 2,5cm ji erdê bilind biqusîne. Têdahî: Mentol, menton, Jasmon, rûnênfirok,tanen, reçîne, esansa giya ya dijwar, şekir, madeyên tahl, sîneol, cûreyên pîpenan, madeyên organîk, protein, karbonhîdrat, vîtamîn A- B1- B2 – B3. Kêrhatî: 1- Hezmê hêsan dike. 2- Gazê dibire. 3- Têrnekirina mêlakê (kezebê) diedilîne. 4-Herikîna sefrayê normal dike. 5-Êşên mexde ( mad) dibire. 6- Danûstandina bêhnê sanahî (hêsan) dike. 7- Bandorek erênî jibo kuxuk, bronşît, girîb û astimê heye. 8-Damaran bihêz dike. 9- Jibo aramandina (rehetkirin) kelecan (heyecan) û tirsê baş e. 10- Vereşînê (xelihandinê) dibire. 11- Bandorek baş li ser mîgren, bêxewî, serêşê dike. 12- Dil bihêz dike.13- Nerehetiyên lêdanên dil yên ji hêrsbûnê tên dibire. 14- Li nîk zilaman bêixdîdariyên ji ruh tên radike 15- Şîrê dayîkê zêde dike. 16- Êşên ketina kincan dibire. 17- Ji havêtina kirm (kurm) ên nav rûvîkan re dibe harîkar. 18- Destavê xweştir diherikîne. 19- Hiş û bîrmendiyê bihêz dike. 20- Agir dadixe. 21-Enerjiyê dide. 22- Westîyanê dibe. Nexweşî: Jibo nexweşiyên serêş, êşên bawîbûnê, astim, bronşît, kuxik, grîp, kevirên zirav, nexweşiyên mêlakê, sistît, sara, li ba zilaman ji bêixdîdariyên pisîkolojîk re tê bêşniyarkirin. Karanîn: 1- Çayê 2- mesaj 3- Komperz 4- Xwarin 5- Selete. Çayê: 1- Kevçîyek şêranî pûnga hûrkirî bikin nav qedehek avê, ava kelandî berdin ser bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û rojê 3 caran piştî xwarinê vexwin. Yên bixwazin dikarin bi hinek lîmon û hingiv tamxweş bikin. 2- Du kevçiyên xwarinê pûngê bikin nav 05 l ava kelandî, bila seetekê dinav dema xwe de bimîne, paşê biparzinin hinek hingiv û nîv limonê berdin nav û rojê 4 caran qedehek çayê jê vexwin. Lê kesên ku di madê wan de brîn û gastirît heye, divê pir venexwin. Jinên dugiyan (hamile) jî divê venexwin. Masaj: 3-4 kulmên pûnga ter (taze) bikin nav lîtrek dohnê zeytê, bila hefteyekê bisekine, paşê biparzinin û bikin şûşekî devgirtî û hilînin. Jibo êşa mîgren, esab, kabik û bawî bikarbînin û pê bifirkiînin. Her weha hûn dikarin masaja normal jî pê bikin. Komperz: Du kulmên pûngê bikin nav 05 l ava germ bila 4 seetan bisekine, paşê biparzinin, patekê (pot-kinc-cil-paç) tê de şil bikin û danin ser cihên diêşe. Xasma jibo serêşê dermanê herî kêrhatî ye. Xwarin: Hûn dikarin pûngê wek bexdenoz hûr bikin û bikin ser hemi cûreyên xwarin, birûş (şorbe) û seletan. Her weha jibo bîhnên nexweş yên ji dev tên, hûn dikarin çend pelên pûngê bicûn an jî bixwin. Wê nexweş winda bibe. 17/10/08 Çavkani: Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar [[ang:Dƿeorgedosle]] [[ar:نعناع برّي]] [[ca:Poliol]] [[ckb:پوونگە]] [[de:Polei-Minze]] [[en:Pennyroyal]] [[eo:Pulegio]] [[es:Mentha pulegium]] [[fa:پونه (گیاه)]] [[fi:Puolanminttu]] [[fr:Menthe pouliot]] [[gl:Poexo]] [[glk:کوتکوتو]] [[hsb:Dźiwja mjetlička]] [[hu:Csombormenta]] [[it:Mentha pulegium]] [[ja:ペニーロイヤルミント]] [[ka:ომბალო]] [[nl:Polei]] [[pl:Mięta polej]] [[pt:Poejo]] [[ro:Busuiocul cerbilor]] [[ru:Мята болотная]] [[sr:Метвица]] [[tl:Mentha pulegium]] [[tr:Yarpuz]] [[uk:М'ята блошина]] [[zh:唇萼薄荷]] All content in the above text box is licensed under the Creative Commons Attribution-ShareAlike license Version 4 and was originally sourced from https://ku.wikipedia.org/w/index.php?diff=prev&oldid=487379.
![]() ![]() This site is not affiliated with or endorsed in any way by the Wikimedia Foundation or any of its affiliates. In fact, we fucking despise them.
|