Difference between revisions 657512 and 657513 on kuwiki

Gundê Pîrosa yan jî Pîroza
 
Gelî xuşik û birayêt xwandeva û guhdar, niho bi anehî û destûra Xudayê Jorî, em dê çendekê li ser ‘eslê babûkalêt xwe û gundê Pîrosa axivîn. 
Xudayê Jorî di Qur’ana Pîroz da ferman diket û dibêjît:

) يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ وَأُنْثَىٰ وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا ۚ إِنَّ أَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللَّهِ أَتْقَاكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ خَبِيرٌ: (

 (Ey gelî mirovêt hûn li ser rûyê vê dinyayê dijîn! Bê şik Me hûn hemî ji malekê; ji zelam û ji jinkekê (anku ji Adem û Hawwayê silav li ser wa bin) yêt xuliqandîn û dayn, û Me hûn yêt kirîne milet, qewm, qebîle û ûcaxêt cuda cuda; da ku hûn êkûdu qebûl biken û binyasin, (bê zulm û te‘dayî û biêmnahî li gelêk dirêjiyê bidene jîn û jiyara xwe û da hûn ji hemî lave li heq û huqûqêt êkûdu dihişyar bin). Bê şik yê ji hewe hemya yî çêtir û baş li nik Ellahu Te‘ala hema her ew ew e; yê ku ji hewe hemya yî mutteqî û dîndartir. Bê şik Ellahu Te‘ala, yî zana ye û yî agehdar e bi hemî tişta). (Sûreta: Hucurat, 49).
 Ji meala (Ronahiya Qur’ana Pîroz) .   
Xweştiviyê Xudayê Jorî: Pêxemberê me Muhemmed (selat û selam li ser giyanê wî bin) ew jî şîret û nesîheta li ummtê diket û dibêjît: (Te’elemu min ensabîkum ma tesîlune bîhî erhamekum). Elbanî dibêjît ev hedîse ya rast û duruste. 
Anku (Ey gelî busulmana hûn navêt babkalk û ejdadêt xwe yêt mam û xalêt xwe, yêt kes û karêt xwe baş bizanin da ku hûn bişên heqê mirovahiniyê; (sîlê rehmê) bicih bînin û eda biken, da hûn sera êkûdu biden û xêr û xêrata piştî mirna wa bo wa biden û behsê wa bibaşî û qencî biken, herdîsa da hûn bizanin ka hûn ji kûne û ji kûve hatîne, û di ‘esil û neseba
xwe da digehne kê? 
Vêca niho heke Xudayê Jorî  hezbiket em dê li ber ronahiya vê ayeta Qur’ana Pîroz û vê hedîsa Pêxemberî, ewêt ku me me’na wa gotîn çendekê li ser tarîxa babûkalêt xwe rawestîn û aşkira keyîn ka em ji kûne û ji kûve hatîne û digehne kê?    
Berî ku ez dest pê bikem, ez dê me’na du kelîma rohn û aşkira kem, çunku gelek kes ji miletê me xelet têdigehin, bi rastî û durustî di m’ena va herdu gotin û kelîma nagehin û çu jê nuzanin anku gotin û kelîma: 
-Kirmanc û re’îyet.
Ev e heta gelek cara te dît hinde cahêlêt nezan, gote hindeka: Hûn ne ’eşîrin, hûn kirmanc û re’îyetin! 
Em ‘eşîrin; em digehine filan kesê û em ji filan binemalêyî ne, anku em di ‘eslîne, em di ser hewe ra ne, hûn ji me dikêmtirin, û heta ew bi wê hindê xwe radigirin û mezun jî diken…! Heta gelek cara ev hizr û bîrêt qirêjî; ev gotinêt bê esas û binîşe yêt bîne sebebê dilman û fitnêt gelek giran, û qewimîn û rûdanêt kirêt di nav miletê me da…!!!  
Divêt bizanîn me’na kelîma kirmanc: Anku kurd; kirmanc navê hemî miletê kurde li dinyayê. 
Eve herwekî şêx Ehmedê Xanî (Rehma Xudê Jorî lê bît) berî (350) sala pitire ev rastiye bo me ya daye qelemî û rohn kirî:

''Ez mame di hikmeta Xudê da 
< Kirmanc > di dewleta dinê da 
Aya bi çi wechî mane mehrûm 
Bîlcumle jibo çi bûne mehkûm!''.
 
Yan jî demê ew di Nûbihara xwe da dibêjît: 
Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîmene ji luxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbehara Biçûkan lê danî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên < Kurmancan >
Heta gelek ‘alim û zanayêt me dibêjin me’na kelîma kirmanc: Anku ewe ji berê da xelk û ‘alemê ev miletê me yê < kurd > bo xwe yê kiriye hedef û armanc; herekê ji rexê xwe ve yê pêdadayî û heta evroke jî hêj yê pêdadiden, nuza bo çî û ji ber çî ye…?!! 
Welhasil em dişîn bêjîn bi kurtî me’na kelîma Kirmanc anku kurdêt xudan mulk û war û xwecihiyêt qedîm û kevin. 
Re’iyet jî: 
 kelîmeyeka ‘erebiye, anku ew qewim û miletêt berê mîr û bega mezunahî û rêberiya wa kirî; ewêt ku mutî’ û guhdar bo mîr û begêt xwe. 
Ev e herwekî re’iyeta mîrê Hekarê…  
Divêt em xelet tênegehîn kelîma kirmanc navê hemî kurda ye û hemî kurd jî birastî û durustî milet û re’iyeta serok, mezun û rêberêt xwe ne. 
Kurd hemî rastbabêt êkin; qet kesek û çu babik di ser êkûdu ra nînin û nabin; çunku ‘esl û resena hemî kurda êke, nexasima piştî ku kurd busulman bîn hemî di teraziya dînê Îslamê da wekî êkin; bê ferq û cudahî, belê hema dîndarî û teqwatî bitinê têne, heta çu şêxatî û axatî jî di dînê îslamê da nîne. 
Xudayê jorî dibêjît:

) يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا يَسْخَرْ قَومٌ مِّن قَوْمٍ عَسَى أَن يَكُونُوا خَيْرًا مِّنْهُمْ وَلَا نِسَاء مِّن نِّسَاء عَسَى أَن يَكُنَّ خَيْرًا مِّنْهُنَّ وَلَا تَلْمِزُوا أَنفُسَكُمْ وَلَا تَنَابَزُوا بِالْأَلْقَابِ بِئْسَ الاِسْمُ الْفُسُوقُ بَعْدَ الْإِيمَانِ وَمَن لَّمْ يَتُبْ فَأُوْلَئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ : ( 
 
(Ey gelî yêt hewe îman û bawerî înadî! Bila çu qewim û zelam bo xwe yarî û tirana bi çu qewim û zelama neken; nê dibît ewêt ku ew yarî û tirana pê diken ew ji wa diçêtir bin. Herdîsa bila çu jinik jî bo xwe yarî û tirana bi çu jinka neken; nê dibît ewêt ku ew yarî û tirana pê diken ew ji wa diçêtir bin. Hûn êkûdu şermizar neken û leka bo êkûdu çêneken û hûn bi neqilnavêt kirêt (û temsar û çivêl) gazî êkûdu neken. Belê piştî îman û baweryê fasiqî navekî gelekî xirab û kirêt e (ku mirov bînîte ser xwe)! Heçyê ji wê hindê tobe neket, eha hema her ew in; yêt  zalim û zordar). (Sûreta: 49  Hucurat). 
Ji meala  (Ronahiya Qur’ana Pîroz) .   
Ji ebû Hureyreyî (Xudê jê razî bît) ya hatiye riwayet kirin ku Pêxemberê Xudê (silav û selamêt Xudê li ser bin) yê gotî: …Gelî ‘ebdêt Xudê! Hûn hemî bi biratî pêkve bibne ‘ebdêt Xudê (yêt qenc û çak) herwekî ku Xudê emr pê li hewe kirî. Busulman birayê busulmaniye; busulman zulmê li birayê xwe yê busulman naket, busulman çucara birayê xwe yê busulman rezîl û şermizar naket. Didûvra Pêxemberî îşaret kire singê xwe û got: Teqwatî eve ye, teqwatî eve ye di vêrê da. Bo mirovê busulman hema ev gunehe bitinê bese ku heke ew heqaretê li birayê xwe yê busulman biket (bişkênît û bêsiyanet biket). Her busulmanekî xûna wî, namûsa wî û malê wî li ser hemî busulmana (mirova) ya herame. Bêguman Xudê Teala berêxwe nadete bejinûbala hewe, şikl û sîmayê hewe, belê Ew hema berê xwe didete dilêt hewe, kirin, kar û ‘emelêt hewe. Muslimî ev hedîse ya rîwayet kirî.  
Herdîsa Xudayê jorî dibêjît:

) إِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ إِخْوَةٌ  :( 

Bê şik îmandar (busulman) hemî birayêt êkin (anku yêt îmanê ne). (Sûreta: Hucurat, 10. 
Ji meala (Ronahiya Qur’ana Pîroz).   
Divêt baş têbigehîn û bizanîn dînê Îslamê yê hatî da ku ‘ebda ji ‘ebdîniya ‘ebda rizgar û azad biket, bi timamî bikete ‘ebdêt Xudayê Jorî ji hemî lave.
Hindî ez berê xwe didemê qet çu nabînim anku kesekê ji berê da û heta nihe jî çu li ser ‘eslê babûkalêt me û nexasma li ser gundê Pîrosa nenivîsiye! 
Vêca ji ber vê hindê ez mecbûr bim; ku hema ez bitinê milê xwe bideme ber vî barê hinde yî giran.
 Eve çend sale ez yê ji hirve û hove pisyar dikem û berê xwe dideme kitêb û kovara, li ser ‘eslê babûkalêt xwe û gundê Pîrosa lêkolîn û vekolînê dikem; zanîn û agehiya dinivîsim û komdikem.
 Vêca eve niho li ser va esas û binîşa em dê çendekê li ser mêjo û binekara babkalkêt xwe anku li ser Pîrhesiniya û gundê Pîrosa û ‘esl û resena wa axivîn û bi qelemî deyne ber behs û lêkolînê, û dê li dûv çîn ka ew ji kûne û ji kûve hatîne û di ‘eslê xwe da digehine kê?
Hejî gotinêye bêjîn: Gundê Pîrosa yan jî Pîroza 
        dikevîte herêma parêzgeha bajêrê Hekarê / Colemêrgê ser bi qeza Beytuşşebabê ve بيت الشباب) ) anku Elkî li bakurî welatî. Belê li va sala qeza Elkî ya daye ser parêzgeha Şernexê. 
Hejî gotiniye bêjîn ev qebîla dibêjinê Pîrosî yan Pîrozî,
evêt ku nihe li ser gundê Pîrosa, ewê ku bi tirkî dibêjinê (Bölücek köyü) di jîn, ev ûcax û qebîle di ‘eslê xwe da digehine qebîla Pîrhesiniya anku ‘eşîreta Biradosta ewêt ku li başûrî welatî.
     Divêt bizanîn navê durust yê xwecihiyêt vî gundê Pîrosa yan Pîroza: Ne Pîrosî û ne jî Pîrozî ne, navê wa yê durust Pîrhesna ye  (پیرهه سنايه)çunku navê kalkakê wa şêx ‘Elîpîrhesna ye, ya dî jî çunku ev qebîle di ‘eslê xwe da digehîte Pîrhesiniyêt herêma Sîdekan (سيدكان) li başurê welatî. 
Fere li vêderê em pîçekê li ser me’na vî navê anku navê Pîrhesna rawestîn, 
Ev nave ji du gotina pêk têt: Pîr û hesin, eve li çax û demê berê da kurda digote mezun û zanayê ola Zerdeştî pîr, belê heta nihe jî miletê me dibêjine zanayêt ola êzidiya pîr. 
Pîr li nik êzîdîya dereceyeke di ser dereca şêxatî û mirîdiyê da
 (پیر، شيخ ومريد) anku dereca zanayêt ola êzidiya ya ji hemiya mezuntir pîre. 
Belê ji bilî eva me gotî, gotna (pîr) di nav ezmanê me yê kurdî jî da li demê tête gotin bi me’na rîhsipî û aqildar tête gotin.
Heta mezuna ji berê da yê gotî: (Bêy gotina pîrekî neçe dîwana mîrekî), û gotina: Hesin jî nave li demê tête gotin, ji husna ‘erebi ya hatî ye’nî ciwan û taze. 
Dibît ku Pîrhesinî(پیرهه سني)  di ‘eslê xwe yê kevn da bigehne êzidiya. Heta ev hinde gelek cara me ji rêhspî û dan’emrêt xwe jî ya bihîstî anku wa jî digot: Pîrhesinî di ‘eslê xwe yê kevn da digehine êzidîya, heta heke hûn baş guhê xwe bidenê hûn dê zanîn ku lehce û devoka êzidî û Pîrhesiniya tam ya bi serêkve ye û wekî êk taxivin. 
Hejî gotinêye bêjîn: Me ji bab û babîrêt xwe, ji mezun û pîremêrêt xwe yê bihîstî û zanî: Ku eve berî şeşsed (600) sala pitire babkalkêt me bi mişxetî yê ji başûrê welatî ji nav herêma ‘eşîreta Biradosta ji devera Sîdekan (سيدكان) yêt rabîn û hatîn li vê herêma parêzgeha Hekarê li qeza Beytuşşebabê li ser gundê Pîrosa yan jî Pîroza yêt akincî û xwecih bîn.
‘Eşîreta  Biradosta   
‘Eşîreta  Biradosta di kevîte başûrê welatî li sêgoşeya tuxûbê îranê ,‘iraqê û tirkiye.
Hej berê da beg û axayêt eşîreta Biradota li gundê Micîser(مجيسر)  ewê ku birex bajerokê Sîdekan ve (سيدكان) diman, eve herwekî malbat û binemala Mehmud begê xelîfe ku nihe kurê wî Kerîmxan li şûna wî axayê ‘eşîreta (Biradosta) anku Pîrhesiniya ye, dibêjine vê ‘eşîra Pîrhesiniya (Revenduk) jî. 
Bine mala şêx Reşîdê Lulanî ew jî di ‘eslê xwe da Pîrhesinîne pismamêt Mehmud Begê xelîfe ne.
Bahra pitir ji mezun û rêhsipiyêt qebîla Pîrhesiniya ji gundê Topizava (توَبزاوە) yêt rabîn.
Bo nimûne ji seyda û rîhspiyêt Pîrhesiniya ewêt ku nihe disax: Seyda Mela ‘Ebdilqadirê Pîrhesinî û Seyda Hemîd efendî ji Pîrhesiniyêt Sîdeka kevnin. 
Hejî gotinêye bêjin mala şêxêt Nehriyê hej berê da şêxatî ya li va gundêt Pîrhesina ya kirî.
Bo nimûne evêt jêrî navêt çend gundeka ne ji gundêt Pîrhesniya ewêt ku dikevine navça Sîdeka û Xwakurkê ji herêma ‘Eşîreta Biradosta li başûrê welatî:
Bajêrkê Sîdeka bixwe – Sîdeka kevin – Arê – Almûşa serî – Almûşa xwarê – Basekaniya serî – Basekaniya  xwarê – Benê – Biwelê – Bîrite – Bêciwana – Bîrkme – Bîroşme –bîjan – bêsût – bêsêwê -  Bêwasiya serî - Bêwasiya xwarê – Berçîxe – Pîrbeyanan – Tawke – Topizava – Curca – Çunese – Çuret – Çemelwa – Talîn –Xezne – Dasinî – Dostana – Dêrê – Derya – Sorderaw - Rûsor – Ziyaret – Jûjûle – Jêliya – Salariya – Sîpyara – Soriya – Şêwan – Şilîkan – Kanî mela – Kaniye reş – Qelîtan – Ketîne – Kejek – Kewert – gulîjke – Lewkan – Lulan – Male mela – Mawetaweya serî – Mawetaweya xwarê–Micîser- Musilok –Memedya – Holê – Harone – Hewêlan – Heyat – Hêrden – bahrapir ji va gundêt Pîrhesiniya di boş û valane anku yêt xirabîn û dikavilin.
Ev çend gunde jî gundêt şêxzadeyêt Pîrhesiniya ne:
)ديري (  )  Dêrêئالموشا سه ري(  Almûşa serî
Almûşa xwarê ( ئالمووشا خواري).
Dibêjin melikêt ‘iraqê di zemanê xwe da çunkî ew jî seyyid bin wa ev deh (10) gunde ji va gundêt Pîrhesiniya yêt dayîne bine mala Seyyîd tahayê mezun yê Nehriyê, ew gund jî evêt jêrîne:
)ژووژیله ) Jûjûle (بنىBenê ( )بيروَشمهBîroşme ( )بيجوانا Bêciwana( )ديري)Dêrê  (بیرتهBîrite ( )گولیژگه Gulîjke (  )هيردەن) Hêrden
  ).بي سيوي)  Bêsêwê ( بوَلي Biwelê (
 Bahra pitir ji va gunda di valane; kavil û xirabe yêt mayîn. 
Piştî serhildana Simkoyê Şikakî li rojhilata welatî şeltixî û têkçûyî hinde mal ji ‘eşîreta şikaka yêt mihacir bîn û yêt hatîn li ser hindeka ji va gundêt Pîrhesiniya yêt cihwar bîn. 
Heta dibêjin li va sala mala Barzan jî diviya hinde malbatêt ‘ereb bine ser hindeka ji va gundêt Pîrhesiniya belê mezunêt ‘eşîreta Biradosta rê nedaye û ev hinde qebûl nekiriye.
  
‘Eşîreta Biradosta ji va qebîle û babkêt jêrî pêktêt:
1-Begzade:
Di ‘eslê xwe da Pîrhesinîne, beg, axa û şêxêt ‘eşîreta Biradosta her yê ji wa rabîn, anku ji va herçar gundêt Pîrhesiniya:
Lulan ( لولان),  Micîser ( مجيسر), Bîrikme (بيركمه ) û Qelîtan (قليتان). 
Heta xelîfêt şêx Reşîdê Lulanî jî yêt ji rêve yê ji nav va gunda rabîn.
2-Pîrhesinî:
Ew ji xwe cihiyêt wê herêmê ji hemiya di kevintirin, ew li qeza Sîdekan û li rex û doranêt Sîdekan di akincî û xwecihin.  
3-Xwakurkî:
Xwe cihiyêt herîma xwakurkê ne, ev herêma Xwakurkê
dikevîte sêgoşeya asê ya tuxûbê îranê ‘îraqê û tirkî, bi rex qeza Şemzîna ve.
4- Rawandok:
Dikevine herêma Deşthêretê (دشت هيرت), li vê navçê ew bi jîn û jiyareka koçerî dirêjiyê didene jîn û jiyara xwe. 
 ‘Esil û bineta ra vê ‘eşîreta Biradosta eva ku li başûrê welatî dijîn, hema ji kevin da ew xwecihî û akinciyêt wêrê ne, nihe bahra pitir ji wa yê li bajerokê Sîdekan (سيدكان) ewê ku ser bi qeza Diyana ve girêdayî parêzgeha Heblêrê yêt akincî û xwecih bîn. 
Belê çeq û tayêt vê ‘eşîreta Biradosta li gelek herêm û welatêt dî jî yêt belav bîn; eve li îranê ,‘îraqê , tirkiye û li ezirbêcanê jî gelek qebîle û babkêt dî jî ji vê ‘eşîreta Biradosta yêt heyîn. 
Eve berî şeşsed (600) sala pitire Şêx Hesinê Pîrhesinî li gel sê kurêt xwe: Elî, Muhemmed ‘û ‘Emerî ewê neqilnav digotê (Serkur) yê ji nav herêma ‘eşîreta Biradosta ji devera Sîdekan (سيدكان) yêt rabîn û mişext bîn. 
Çend saleka ew yêt mayîne li nav ‘eşîreta Zêbariya, heta Şêx Hesinê Pîrhesinî li wêderê yê mirî (Rehma Xudayê Jorî lê bît). 
Piştî mirna Şêx Hesinê Pîrhesinî, ‘kurê wî yê mezun: Elî li şûna babê xwe (Şêx Hesinê Pîrhesinî) bi navê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî navdar dibît çunku ew gelekî dîndar û zana bû.
Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî li gel herdu birayêt xwe: Mihemmed û ‘Emerî çend sala li wêderê diborînin, belê ew neçar dibin ji wêrê jî bardiken têne behdînan li Zaxo cihwar dibin. 
Heta dibêjin taxê Kêstekê ji bajêrê Zaxo wa hersê bira anku: Şêx ‘Elî, Mihemmed û ‘Emerî ewê ku neqilnav digotê (Serkur) yê avakirî. 
Paşê ew jî wekî koçeratî û li gel koçeratî çend sala biharê bi ‘êlatê xwe ve ji germiyana diçûne zozana û serê paîzê dadigerhin germiyana ve. 
Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî mirovekî gelekî aqildar û zanabû, carekê li demê ew bi ‘êlatê xwe ve hatîn da ku biçne zozana wekî hercar çavê wî bi gundê Stêroyê File (anku bi gundê Pîrosa) dikevît, ew baş berê xwe didetê ku ew gundekî gelekî berfireh û hindî bêjî yî xweşe, eve dimînîte li bîra wî. 
Piştî ew li zozana bine cih dibin, carekê ew li gel herdu birayêt xwe: Mihemmed û ‘Emerî ewê neqilnav digotê (Serkur) radibin diçine bajêrê Colemêrgê nik mîrê Hekarê, xwe baş bi mîrî didene niyasîn û ji serî heta binî ya hatiye serê wa hemiyê bo mîrî dibêjin, piştî  mîrî bixêrhatinî li wa kirî, gote wa kerem biken ka daxwaza hewe çî ye û hewe çî divêt? 
Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî gotê: Mîrê min, em hezdikeyîn tu ji kerema xwe rê bideye me ku em bi destûra te biçîne ser gundê Stêroyê File (anku gundê Pîrosa) li ser gundî li gel wî akincî û xwecihbîn, keyfa mîrî gelek bi wa têt û bo hindê destûra wa didet.
 Ew hersê bira bi fermana mîrê Hakarê yê hîngê ku hemen hemen eve berî şeşsed (600) sala pitire li ser vî gundê dibêjinê Pîrosa yan jî Pîroza yêt akincî û xwecih bîn. 
Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî li gel herdu birayêt xwe: Mihemmed û ‘Emerî ewê neqilnav digotê (Serkur) pêkve çend saleka dimine li ser gundê Pîrosa. 
Paşê herdu birayêt Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî: şêx Muhemmed û ‘Emer ewê ku neqilnav digotê (Serkur) radibin malêt xwe ji gundê Pîrosa bardiken diçine başûrê welatî, şêx Muhemmed li gundê Kêste(كيسته)  cihwar û akincî dibît.
‘Emerê birayê wî ewê neqilnav digotê (Serkur) ew radibît mala xwe ji Kêste(كيسته)  bardiket dibete herêma Zaxo, nêzîkî Zaxo li gundê Boselê(بوصه لي)  akincî û xwecih dibît. 
Heta gora vî ‘Emerî ewê ku neqilnav digotê (Serkur) li nav goristana gundê Boselê ya diyar û berçave.
Hejî gotinêye bêjîn: Seydayê navdar Salih Yusifî 
(Rehma Xudayê Jorî lê bît) ji dûndeha vî ‘Emeriye ewê  ku neqilnav digotê (Serkur), ev ‘Emere birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ye, ewê ku gora wî dinav goristana gundê Pîrosa da. 
Heta ewe ji hîngê ev goristana gundê Pîrosa bi navê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ya hatiye navkirin û ya navdare.
Nihe li gundê Boselê ji kinête û dûndeha vî ‘Emerê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ewê neqilnav digotê (Serkur) qebîle û ucaxeka geleka boş ya hey, heta gelek mirovêt maqûl û navdar yê ji wa rabîn, dibêjine vê qebîla wa qebîle û ucaxa Serkura.
Ev ucaxe di gundê Boselê da ji hemû ucaxêt dî boştire, ji vê ucaxê malbata mela Tehayî (Rehma Xudê lê bît) ji hemiya li pêştirin. 
Malbatêt vê ucaxê bahrapitr yê li gundê Bosel û Bagulatkê,
çen malek jî yêt çûyne: Ewropa û Emrîka.
 Piştî çûna herdu birayêt şêx ‘Eliyê Pîrhesinî anku şêx Mihemmed û ‘Emerî ewê ku neqilnav digotê (Serkur), Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî û kurêt xwe li gel Stêroyê File û ‘eyalê wî pêkve dimine li ser gundê Pîrosa. 
Dibêjin Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî hespekî gelekî law û berketî hebû, mabo çî ev hespê şevekê nakevîte nav ziyanêt Stêroyê File, Stêro pêdiheshît radibît diçît berekî tavêjîte hespî pê wî dişkêt, şêx ‘eliyê Pîrhesinî xûna pê hespê xwe ji Stêroyê File dixwazît, dê welhasil ew û Stêroyê File li ser vê hindê pêk hatin ku hindî sîha gûzê Girêgûzka li sipêdê û êvariya digrît ji gundê (Pîrosa) hemî xirameta pê hespê Stêroyê File da şêx ‘eliyê Pîrhesinî. 
Li dûmahîkê Stêroyê File necar dibît, radibît mala xwe û ‘eyalê xwe ji wê derê bardiket diçîte başûrî welatî li wêrê xwecih dibît, gundê Pîrosa yan jî Pîroza hemî bitimamî bo Şêx ‘eliyê Pîrhesinî û ‘eyalê wî di mînît.
Din nav gundê Pîrosa da li taxê Berkevrê minasib û goristana vî şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ya hey geleka mezune û gelek darûbarêt kevnar yêt nav da heyîn û hej berê da ev goristane bi navê minasibê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ya navdare di nav xelkê wê herêmê da, belê sed’eyif û mixabinî gora wî bi xwe di nîveka vê goristana wî da li bin qurmê hirmîkekî nêzîkî wî gûzê mezun ya bin ax bî! Belê Hisênê Guharê gelek cara digot gora şêx ‘Eliyê Pîrhesinî li gel du gorêt dî yê li rex wê hirmîkê dinîveka goristana wî da heta kêliyêt gorêt hersêka jî roxene. 
Ne dur heta va sala jî baş bîra me têt li çax û demê bab û kalêt me ‘edetê wa ew bû: Li demê xwech û akinciyêt gundê Pirosa diçûne wargehêt nêzîkî gundî wekî warê Bêxlapê û warê Stêhroyî û zozanêt jori pişta Deryêzîrî; zom û havîngeha li danê her çend mehêt havînê wa bar û barxanêt xwe yêt giran anku ew tişt û miştêt navmalê ewêt ku wan çu şol pê ney; ji zimhêr, nivîn, aman, çekûçola û amûreta wan ew hemi dibirine nav goristana Şêx ‘Elî Pîrhesinî, heta her malbatekê li nav hewş û şûrha minasibê Şêx ‘Elî Pîrhesina da cih û sitêrkekî wa yê xweser û aşkira hebû, her sal wa xurûmirêt xwe û qacuqorêt xwe didanane serêk baş dipeçinîn û dinixamtin, hingê ma ki bi heft ruha bû ku ew bişêt bi dor ve biçît nexêr qet hedê kesekê nebû ji ber xatira Şêx ‘Elî Pîrhesina! Ew tişt wesa parasti û bi silametî li wêrê diman, hinde cara heta çend sala jî ew li wêderê we  diman û heta hindek jî li wêderê ji bêxudani dirizin. 
Heta va sala jî gelek lulî, qed û parçêt tifengêt kevin û ‘intîke, devêt şîr û xencera, parçêt amûreta û asina, gelek amanêt sifrî; bigre ji mencel û menceloka, alxewîk, tirar, sênî û sênîka ewêt ku ‘ecêb ji sin’et/pîşê kevin û berê, gelek tişt û miştêt dî jî di nav hewş û şurha minasibê  Şêx ‘Elî Pîrhesina yî da hebin. 
Hindek ji wa tiştêt me gotîn heta eve beri çend sala jî li wêderê mabin û dihatine dîtin. 
Belê sed’eyîf û mixabinî nihe çu tişt ji wa li wêderê nemayîne, hindeka ew tişt hemî yêt ramalîn û birîn!…
Nêzîkî goristana şêx ‘Eliyê Pîrhesinî Mizgefta wî bixwe jî ya hey, ev Mizgefte jirêve wî bixwe ya avakirî, ev Mizgefta wî li zemanê bapîrêt me di bin axê da ya berze bû, heta cihê wê xûrêza pezê wa bû. 
Belê di hîngê da wa çikçikek ji mela Ye’qubê Bateyî (Rehma Xudê lê bît) bihîst bû; anku hîngê wî digot cihê wê xûrîzê Mizgefte! 
Hesenê Ûnisê mala Xêveyî xalê babê min (Rehma Xudê lê bît) carekê gote min: Zivistanekê li demê em diçûyne başûrî welatî ber îdarê li bajêrê Duhokê şevekê du sê cara min di xewna xwe da dît, êk dihat: Cihê wê xûrîzê nîşa min dida û digote min evdere Mizgefte avabike. Ew xewin hema her ma li bîra min, heta ku li demê biharê em hatîne Pîrosa, ez rabim li gel çend zelameka me li wî cihî vekola çî berê xwe dideynê ku dîwarêt Mizgefteka duqat derketin. 
Heta carekê mela Mehmûdê Bilêlî (Rehma Xudê lê bît) gote min li demê wa ew xûrîz vedkola ez jî li wêrê bim, heta hinde berper û kevlêt kitêba di kulekeka wê da derketin zelama ew dane destê min, min berê xwe dayê ku ew berperêt kitêbêt Nehu û Serfine, xweş dihatine xwandin, mela Mihemedê Salihê Ciwanê jî (Rehma Xudê lê bît) ew jî li wêderê li dev me bû, min ew berper û kevlêt kitêba dane wî, heta min gotê: Ha bigre eve yadîgara bab û kala bo te. 
Hejî gotinêye bêjîn: Mela Hisênê Bateyî û mela Ehmedê birayê wî ewê ku ji wî mezuntir (Rehma Xudê li wa bît) li vê Mizgefta gundê Pîrosa herduka gelek sala melatî ya kirî û heta wa gele sala jî tê da ders yêt dayîne feqiya.
 Dibêjin evî Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî gele sala rêberî û hukm ya li wa gundêt rex û doranêt xwe kirî. 
Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî piştî mirna xwe (4) kura û kiçekê (1) li dûv xwe dihêlît navêt wa eve ne: Malxwê, Tajdo, Ehmed, Rendê û Xemuşîn, neqilnav digotê: Şîno. 
Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ev kiça xwe anku Rendê dabû birazayekî xwe, lewma navê binemala wê bi wê yê hatiye navkirin.
Kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî Ehmed ew jî radibît ji gundê Pîrosa mala xwe dibete gundê Kêste(كيسته)  li dev mamê xwe şêx Muhemmedê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî li wêderê xwecih dibît. 
Ji gundê Kêste (كيسته)  kurekî vî şêx Muhemmedî: ‘Elî bi malve diçîte ser gundê Hirorê (هروري) ew jî li wêrê xwecih dibît, heta gor û gumbeta vî şêx ‘Eliyê kurê şêx Muhemmedê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî di nav gundê Hirorê da hêj heta nihe jî ya diyar û berçave. 
Li gundê Hirorê ewê ku dikevîte devera berwariya,
ucaxeka heyî navê wê ucaxa malmelaye, ev ucaxa ji du
babika pêktên.
a. Babkê binemala Şêx Muhemedê Hirorî. 
Gelek mal ji vî babkî 
yêt çûyne: Almaniya û İngiltere û çend malek jî yêt çûyne Duhokê û hinde binemal jî yêt mayne li ser gundê Hirorê.
 b. Babkê binemala hecî Muhemed Elî, gelek mal ji vî babkî 
yêt çûyne: Swêd, Almaniya û Holenda û hinde
welatên dî jî û hindek jî yêt çûyne: Duhokê, Zaxo û
yêt dî jî yêt mayne li ser gundê Hrorê.
Ev malbata ucaxa malmela li gundê Hirorê hej berê da ji aliyê ‘İlim û zanînê da dinavdar bin anku gelek ‘alim û zana yê ji wa rabîn.  
Hejî gotinê ye bêjîn: Şêx Muhemmed ‘Eliyê kurê şêx ‘Eliyê Hirorê(هروري)  ‘alim û zanayekî gelekî mezun û yî navdar bû, û mela Sedîq jî digehîte Şêx Muhemmed ‘Eliyê Hirorî. 
Pîrhesinî hindî hind didîndar, xêrwaz û mirovşirîn bîn, nexasima ji ber xatira bapîrkalkê wa: şêx ‘Eliyê Pîrhesinî xelkê rex û doranêt wa digotê gundê wa gundê: Pîroziya, heta hîngê gava biyaniya ew li rêk û rêbara didîtin digot: Înşaallah em dê gehîne mirada xwe çunku eve di pîrozin; dîtina wa ‘elametê xêr û bereketê ye înşaallah. 
Belê hinde cahêl û nezanêt zikreş navê vî gundê Pîrhesiniya ji çavnebarî û hesûdiya xwe yê guhorî anku dibêjinê gundê: Pîrosa!.
Pîrhesinî hemî hej berê da heta evroke gelek bi navê bapîrkalkê xwe anku bi navê: şêx ‘Eliyê Pîrhesinî didilşad û ser bilindin.
Welhasil dûndeh û zûriyeta şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ji va herçar kur û kiça wî ya hatî û li dinyayê yêt belavbîn anku ji: 
-Malxwê 
-Tajdo (Tacudddîn) 
-Ehmed 
-Rendê 
 - Xemuşîna, neqilnav digotê: Şîno 
Malxwê kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî babê Mehmûde, Mehmûd babê ‘Elî ye, ‘Elî babê Salihê Rîhsipî ye. 


1- Mala Malxwê:

Malxwê kurê mezun yê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ye, mala Malxwê ji va herşeş babik û binemaêt jêrî pêk têt: 
-Mala Keleş
 -Mala Xêveyî 
-Mala Nezoyî 
-Mala Teyîb
-Mala Tahir 
 -Mala Avdel

a. Mala Keleş:

 Mala Keleş, Mala Xêveyî û mala Teyîb (li gel herdu birayêt xwe) anku mala nezoyî û mala Tahir li ‘Eliyê babê Salihê rêhsipî digehine êk, Salihê Rîhsipî babê Îsma’île, Îsma’îl babê Silêmane, Silêman babê Keleşe.
Keleşê kevin du (2) kur û pênç (5) kiç hebin: Îsif û Salih, 
Qaz, Gerdo, Xezo , Eyşo û Amîna.
‘Eyşa (‘Eyşo): Dabû Binyamê Elkî.
 Kurêt wê: Ehmet, ‘Elî, ‘Emer û Mihemed xarzayet mala Keleş in.
Amîna: Dabû Dolmezê Jirkî li gundê Bîşî, kurêt wê (Şexmûs,Xurşîd, Mistefa û ‘Elî…) xarzayet mala Keleş in.
Qaz : Dabû  Müsayê Hisênê Bilelî, kurêt wê (Selman, Hecî û Müsa…) xarzayet mala Keleş in.
Gerdo: Dabû Îsifê Muquriya, kurêt wê (Mela Mistefa û ‘Elî ) xarzayêt mala Keleş in.
Xezo: Dabû ‘Eliyê ‘Ezoyî, kûrêt wê (‘Ezo u ‘Elî) xarzayet mala Keleş in.
 Îsifê kurê Kelşê kevn sê kiç bitinê yê bidûv ketîn: Gozel, Zeyneb û Kitan bin. 
Salihî kurê Keleşê kevin pênc kur yê bidûv ketîn: Keleş, Mihemed, Silêman, Îsif û Ehmed.
  Kurê Keleş Feyselî (Rehma Xudê lê bît) mala kurêt wî ya li Edena. 
Kurêt Mihamed: Salih mala wî ya li Colemêgê û mala birayêt wî: Se’îd û Xelîlî ya li Elkî. 
Kurêt Silêman: Kimal, Îsma’îl û Şe’ban malêt wa yê li Edena. 
Mala Îsifî ya kurêt wî yê li Silopiya û ya ‘Emerê kurê wî ya li Edena. 
Kurêt Ehmed mala wa ya li Geverê. 
Hejî gotinêye bêjîn: Salihê Rîhsipî li dem û çaxê xwe da gelek sala mezunatî û rêberiya Pîrosetiyê hemiya ya kirî, di hîngê da gava di got: Pîrosetî anku re’iyeta mîrê Hekarê: Pîrosa, Bate, Hemka, Melêsê, Zevya, Elkî, Bilbês û Gelejêr, ev gunde hemî gundêt Pîrosetiyê dihatine hejmartîn û hisab kirin. 
Piştî Salihê Rîhsipî kurê wî Keleşê kevn jî mezunatî û rêberiya Pîrosetiyê hemiya ya kirî, heta vî Keleşî gelek sala bideh û erdane ya ji kuçeratî wergirtî û sitandî. 
Dibêjin li şerê geliyê Mamxora demê Axayêsor ji Şernexî hacîbeyra hemî pêkeve înadîne ser geliyê Mamxura da ku talan û xirab biken. 
Hîngê heta Keleşê Pirosî (anku Keleşê kevin) bi Pîrosetiyê ve, bi dahol zirna û hereboşiyeka mezun ve di hawara wa neçûyîn Axayêsor û hacîbeyra gelî berneda. 
Heta nihe jî li geliyê Mamxura çeperêt Pîrosetiyê; nexasima çeperê Keleşê kevn hêjî diyar û xoya ye li wêrê. 
Piştî Keleşê kevn kurê wî Îsfî jî mezunahî ya li Pîrosiya kirî. 
Li sala 1924ê li demê fermana fila rabî, Îsifê Keleşê kevin li gel mirovêt xwe (Pirosetiyê) pêkve radibin diçine ser gundêt fila li şerê Geliyê Tiyarê,  Îsifê Keleşê kevin li gel çend mirovêt xwe wekî: ‘Ebdullahê babê Qadirê mala Avdel, Simaîlê Xalidê mala Merwan, ‘Ebdoyê mala Hesê Xaziya, Gula mala Keleş û çendekêt dî li wî şerê yêt hatîne kuştin, heta gorêt wa hemya yê li devêk di nav goristana gundê Derava Seyîda da. 
Hîngê di wî şerî da ‘Ebdullahê mala Xêveyî û Hisên Guharê bîrîndar dibin. Hisênê Guharê ji destê xwe birîndar dibît û (bapîrê min jî) anku ‘Ebdullahê mala Xêveyî di gundê fila Deravê da li ber deryê qesra melik Çikoyî bi dûrbînê berê xwe dida wa çiyayêt rex û doranêt gundî, fila ji wa çeperêt hindavî gundî tifengek berdabê çavekî dûrbînê di gel çavekî wî û bi rexekî difna wî ve pêkve bi timamî rakir bin.
 
b. Mala Xêveyî:  

I-Mala ‘Ebdullahê mala Xêveyî:

‘Elî Naza birayê Salihê rêhsipî ye ‘Elî Naza babê Haciye, Hacî babê Ûnise, Ûnisî babê Îbrahîmî ye. Piştî vî  Îbrahîmî mala Xêveyî yêt bîne mala Xêveyî, berî wî di gote mala Xêveyî mala Malxuyê. Vî Îbrahîmî ewê neqilnav digotê (xêve) sê kur û sê kiç hebin: Tahir, Hesen, Miho, Gerdo, Xemrî û Mîran.
 Tahirî: ‘Ebdullah û kiçek yê bidûv ketîn. ‘Ebdullah babê: Ehmed, Tahir, Îbrahim, Se’îd, Esmayê (Rehma Xudayê Jorî li wa hemiya bît) û Fatmayê ye.
Kurêt Ehmed: Mela Mihemed û kurêt wî malêt wa yê li Silopiya. Mala birayê wî: Salihî ya li Edena, ya ‘Elî û Remezanî jî yê li Geverê û ya Keser ya li Sitembolê. 
Tahir babê: Mihyedîn, Dîndar û Qasimiye.
 Kurêt Tahir: Mihyedînî mala wî ya li Zaxo û mala birayê wî: Dîndarî ya li Cizîrê. 
Kurê Îbrahim: Mirad mala wî ya li Silopiya. 
Kurêt Se’îdî: ‘Ebdullah û birayêt wî mala wa ya li Edena. 
 Esma dabu ‘Îsma’îlê kurê Îbrahîmê mala ‘Îsakê ewê ku digehîte qebîla Bilêliya. 
Esma deyka Îbrahîm, Hecî, Hesen, Îsif, Remezan, Qadir, Weysî û Xelîlî ye (Rehma Xudayê Jorî lê bît).
Fatma jî ya daye Sadiqê kurê Heciyê Sadiq.
 Fatma deyka: ‘Ebdusselam, Sefer û mes’udî ye.
Îbrahîmî ewê neqilnav digotê (xêve) kiçeka xwe:
-Gerdo dabû babê Binyamê: ‘Eboyê Elkî. 
Binemala Binyamê li Elkî ewêt ku dibêjinê: Mala Mêhrav hemî xwarzayêt mala Xêveyî ne.
-Xemrî dabû Mistoyî ewê ku digehîte babkê Muqurya li Melêsê.
 -Mîran jî dabû Salihê mala Mijdê li gundê Pîrosa,
ewê ku digehîte Muqurya.
Tahirê babê ‘Ebdullhê mala Xêveyî zavayê Bilbêsiya ne; kabaniya wî Fatma kiça Miradê Bilbêsî ye ewê ku di gehîte  
wê binemala dibêjinê: Mala Mûsakê ji mala Mustoyî. 
Hejî gotiniye bêjîn evî Miradê Bilbêsî sê kiç hebin: Fatma, Duhokî û Henîf.
1- Fatma ji rêve dabû ‘Ebdullhê mamê Weysî, ewê ku digotê ‘Ebdullhê Xifşê, paşê piştî mirna wî Tahirê babê ‘Ebdullhê mala Xêveyî ew Fatma ya li xwe mehir kirî. 
Heta ‘Ebdullhê Xifşê berî Tahir çar kiç ji vê Fatmayê hebin: Sariya, Zeho, Ferman û Eyşê. 
Ev herçar kiçêt ‘Ebdullhê Xifşê nevisiyêt Tahirê babê ‘Ebdullhê mala Xêveyî ne, anku xuşkêt ‘Ebdullhê mala Xêveyî ne ji dayê da. 
-Sariya dabû Weysiyê babê Şukrî.
 -Zehra (Zeho) dabû ‘Îsayê babê Cibrailî.
-Ferman jî dabû Têcoyî babê Hisînê Têcoyê Muqurya. 
-Eyşê jî dabû Sofî ‘Ebdurhmanê Bersûlavê ewê digehîte mala Hîmê ji Bilêliya. 
‘Eyalê vaherçara anku ‘Eyalê Weysî, ‘eyalê ‘Îsayî, ‘eyalê Têcoyî û ‘eyalê ‘Ebdurhmanê Bersûlavê kurmetêt ‘eyalê ‘Ebdullhê mala Xêveyî ne ji dayê da.
2- Duhokî dabû Mihemedê babê Hisênê babê: Mihemed û Ferhanî ewêt ku malêt wa li Zaxo.
 ‘Eyalê Hisênê Duhokiyê ji dayê da xwarzayêt ‘eyalê ‘Ebdullahê mala Xêveyî ne .
3-Henîfa deyka (‘Eyşoyê) dabû ‘Ebdullahê ‘Ebdoyê mala 
Heydoyê Bilbêsî, ‘Ebdullah babê: Mirad û Musa ye.
Henîf deyka ‘Eyşoyê xaleta ‘Ebdullahê mala Xêve ye, ‘eyalê Eyşoyê û ‘eyalê ‘Ebdullhê mala Xêveyî pisxaletêt êkin. 
Dibêjine dûndeha va hersê kiçêt Miradê Bilbêsê, anku dûndeha Fatmayê, Duhokîyê û Henîfê dûndeha: (Mirad).
Mala ‘Ebdullahê mala Xêveyî, mala Hesenê Unisê mala Xêveyî û mala Mûsayê Ehmoyî mala Xêveyî pismamêt êkin; hemî li Îbrahîmî ewê ku neqilnav digotê (xêve) digehne êk. 
Dibêjin: Xudê Te’ala çend sala çu ‘eyal neda Ûnisê kurê Hacî, vêca li demê Xudê ev (Îbrahîme) dayê got: Eve xêvehiye, anku eve yê ji rêve ye, ji ber hindê ev nave yê ketiye ser mala Xêveyî, berî vî brahîmî di gote mala Xêveyî; mala malxuy.
II-Mala Hesenê Unisê mala Xêveyî: 
Îbrahîm ewê neqilnav digotê (xêve) babê Hesene. Hesen babê Ûnis, Ehmoyî û Amînayê ye.
 Ûnisî du jin yêt înadîn: Selîma û Amîna, ji Selîmayê Hesen, Pîroz û ‘Eyşo yê bi dûvketîn. 
Hesenê Ûnis: Ûnis û Mihemed Salih Qudret û Besna yê bidûv ketîn.
Kurêt Hesenê Ûnis: Ûnis û Mihemed Salihî malêt wa yê li Edena.
Qudret ya daye ‘Eliyê mala ‘Îsakê Bilêlî. 
Qudret deyka Şêxmûse.
Besna jî ya daye Mihemedê kurê Ya’qûbê mala ‘Îsakê Bilêlî.
Besna deyka Mihemed Letîf, ‘Etem, Nizar û Cemaliye.
 Selîma ji mala Heyder bû, jirêve ‘Ebdullahê babê Cum’eyî ew mehir kirbû, paşê piştî mirna wî Ûnisê babê Hesen ya mehirkirî. Ji Amînayê jî: ’Umer babê: Mihemed ‘Elê û Mihemed Se’îdî (Rehma Xudê lê bît) û Bedrî yê bi dûvketîn. Pîroz dabû ‘Ebdullahê mala Xêveyî (bapîrê min yê babê), ‘Eyşo (A’îşa) dabû Mûsayî (bapîrê min yê dayê).
 Bedrî jî dabû Hacoyê Marûnisî li Duhokê.
Bedrî deyka: Tahir, Emîn, Selîm, Hesen û Hîsênî ye. 
Mala ’Emerê Ûnis û nevyêt wî anku Kurêt Mihemed Se’îdî (Rehma Xudê lê bît): ’Emer û Mihemed Se’îdî yê li Duhokê û mala Mihemed ‘Elî û kurêt wî: Mirad, Dilovan, Bêwar… ya li gundê Kura.
 Fatma kabaniya Silêmanê birayê mela Mehmûdê Bilêlî kiça Amîna Hesenê kevne, Amîna meta mala Xêve ye. 
ji Selîmayê Cum’e Hesen, Pîroz û ‘Eyşo xuşik û birayêt ji dayê dane.

III-Mala Mûsayê Ehmoyê mala Xêveyî:
  Îbrahîm ewê neqilnav digotê (xêve) babê Hesene. Hesen babê Ûnise, Ûnis babê Hesen û Ehmo ye, Ehmo babê Mûsayî û Xemê ye. 
Musayî: Yasîn û Mihemed, Helima, Sînem û Hawa yê bidûv ketîn. 
Helima dabû Ehmedê kurê ‘Ebdullahê mala Xêveyî. 
Helima deyka mela Mihemed, Salih,’Elî, Çûrê û Amînayê ye (Rehma Xudayê Jorî lê bît).
Sînem dabû Silêmanê birayê Keleş.
 Sînem deyka: Kimal, Îsma’îl û Şe’banî ye, (Rehma Xudayê Jorî lê bît). 
Hawa dabû Xurşîdê birayê Reşîdê Pîrozê, piştî mirna wî birayê wî Ehmê ya li xwe mehirkirî.
Kurêt Yasîn: Hisên û ‘Elî û kurêt Mihemedî: Mehdî û Ehmed malêt wa yê li Cizîrê.
Xem dabu wê binemala dibêjinê: Mala kêstê li Aşka, ev binemala kêstê xwarzayêt mala Xêveyî ne. 

IV-Kurê Îbrahîmî ewê ku digotê (Xêve) yê dî:
Anku Mihemed ewê neqilnav di gotê (Miho), ewî Mihoyî pênç kiç yê bidûv ketîn: Son û Asya ji jinekê, Miryem, Fatma û Bazxa ji jineka dî. Ev herpênçe anku Son, Asya Miryem, Fatma û Bazxa kiçmamêt îlleh yêt ‘Ebdullhê mala Xêveyî ne.
Miryem dabû ‘Umerê Hesê babê: Hecî Musayê mala Hesê.
 Ev binemala Musayê mala Hesê xwarzayêt mala Xêveyî ne.
Son dabû Hesenê Ûnisê mala Xêveyî. 
Fatma dabû mela Elî yê babê Mihemed Se’îd, birayê mela Mehmûdê Bilêlî,’eyalê mela Eliyê babê Mihemed Se’îd li gundê Makîta xwarzayêt mala Xêveyî ne. 
Bazxa dabû ‘Ebdullahê babê Qadirê mala Avdel.
 ‘Eyalê ‘Ebdullahê babê Qadirê mala Avdel xwarzayêt mala Xêveyî ne.
Asya jî dabû Îbrahîmî (Îboyê) Bilêlî ewê ku digehîte mala Şêxê. ‘Eyalê Îboyê mala Şêxê jî xwarzayêt mala Xêveyî ne.

c. Mala Teyîb: 
Teyîbî du kur hebin: Ehmê û Heso, Ehmê sê kur û sê kiç  hebin: Hecî, Nebî, Musa, Mirarî, Hemaîl û Sitî.
Sitî: Dabû mela Şe’banê Kêsteyî. 
Kurêt mela Şe’ban: Cebar, Nesredîn û Se’îd xwarzayêt mala Teyîb in. 
Mirarî dabû: Heyderê Mihoyê mala Tajda. 
Hemaîl jî dabû: Mihemedê Salhê Keleş.
Hecî sê kur yê bidûv ketîn: Hecî Nayîf, Nezmî û Lezgîn (Rehma Xudê lê bît).
 mala Hecî Nayîf û ya birayê wî: Nezmî yê li Cizîrê. 
Kurêt Nebî: Reşîd, Ehmê malêt wa yê li Pîrosa û mala birayê wa: Sedîqî ya li Cizîrê. 
Kurêt Musayî: Fikeret mala wî ya li Silopiya û mala birayê wî: ‘Ebabekirî ya li Cizîrê. 
Hesoyî kurek bitinê hebu: Digotê Hisênê Gulê. Kurêt Hisênê Gulê: Hesen û Mihemed Emîn malêt wa yê li Şirnexê. 
Cibo babê:
 Mihemede, Mihemed babê: ‘İsa ye, ‘İsa babê 
Cîbraîlî ye. Mala  Cîbraîlî ya li Elkî û ya kurê wî ya li Şernexê.
 Cibo di gehîte Mala Teyîb. 

d. Mala Tahir:
Tahirî sê kur û kiçek hebin: ‘Ebûzêd, Şahîn, Mihemed û Por. Kurêt ‘Ebûzêd: Mihemed, Tahir û Şahînî malêt wa yê li Geverê. Por ya daye mela Hesenê Hemka.
 Şahînî sê kiç bitinê yê bidûv ketîn: Ruhan, Zeyneb û Gula deyka Feyselî (Rehma Xudê lê bît). 
Mihemedê birayê ‘Ebûzêd û Şahîh bê dûndeh yêt mirî. 

e. Mala Nezoyî: 
Nezo babê Hesene, Hesen babê Salihe, Salihî çar kur yê bidûv ketîn: ‘Elî, ‘Emr, Hebîb û Avdel. 
Kurêt ‘Elî: Mihemed Emîn mala wî ya li Wanê, Malêt birayêt wî: Hesen, Salih û Hisênî (Rehma Xudê li wa bît) yê li Colemêrgê. 
Kurêt ‘Emr: Ehmed, ‘Arif û Bedel malêt wa yê li Colemêrgê. Mala kurê Hebîb: Remezanî ya li Duhokê. 
Mala Avdel û kurêt wî ya li Colemêrgê, mala kurê wî: Selimî ya li ‘enqerê. 
Mala Remezanê kurê Hebîbê Nezoyî ya li Duhokê. 
Teyîb, Nezo û Tahir birayêt êkin.

Mala Weysiyê Reşîd:
Silimanê kurê Îsma’îlî du bira hebin: Avdel û ‘Ebdullah, Avdelî du kiç hebin: Fatma û Mîran. 
‘Ebdullahê kurê ‘Ebdullahî du kur hebin: ‘Elî û ‘Ebdullah, ‘Elî kiçek bitinê hebû navê wê Zelo bû, ‘Ebdullah babê Reşîde, Reşîd babê Weysî ye. Weysî babê Şukrî ye. 
Mala Şukrî û kurêt wî ya li Geverê.
Hêj heta vê gavî jî sê dûrîngeh û cihêt mala Keleş, mala Xêveyî, mala Teyîb, mala nezoyî û mala Tahir anku Hersê guhorêt Baskêserî û guhorêt Berderyûka mîratê bab û kalane yêt navêk da mayîn li xwe lêkvenekirîne û Merşeqa jî bes zevî têne ya hemî Pîrhesiniya ye.
  
f. Mala Heciyê Sadiq:
 ‘Emer babê Tîtane, Tîtan babê Geve ye, Geve babê wî Mihemediye ewê ku neqilnav digotê (Hemedînk), ev Mihemede babê Sadiqe, Sadiq babê Hecî ye, Hecî babê: Mela Hesen, Cind, Sadiq, Mihemed, Ehmed Hisên û Salihe. 
Sadiqê babê: Hecî û Îsîfê kurê keleşê kevin biramakêt êkin, navê deyka wa: Guhar bû.
Kurêt mela Hesen: Mela ‘Ebdulwahid mala wî ya li Şernexê û mala birayê wî: ‘Ebdulhekîmî ya li Elkî. 
Kurêt Cindî: Fuad û Tariq malêt wa yê li Şernexê û mala Hecî û ya fewzî yê li Elkî û mala ‘Emerî ya li Silopiya. 
Kurêt Sadiq: ‘Ebduslam mala wî ya li Cizîrê û mala Sefer û ya Mes’udî yê li Silopiya. 
Mala Mihemedê babê:Cebarî (Rehma Xudê lê bît) û ya kurê wî Muslimî yê li Elkî, mala kurêt wî yêt dî, ya ‘Ebasî û ya Eyubî yê li Silopiya. 
Mala Ehmed û kurê wî: Keremî yê li Elkî û ya Îslamî ya li Şirnexê. 
Mala Salih û kurê wî û mala kurê Hisên: Mizgînî yê li Elkî. 
Dibêjin ev (Hemedînke) anku Mihemed mirovekî gelekî bisteh û zengîn bû ji berhindê yê gotiyê (Hemedînk).
Ev binemalêt dibêjinê mala Heciyê Sadiq û mala Avdelzêra li ‘Emer babê Tîtan digehne êk. 
Ev herdu binemala anku mala Heciyê Sadiq û mala Avdelzêra digehne mala Malxwê. 
Mihemed babê Sadiqê kevin ewê neqilnav digotê (Hemedînk) xwarzayê Mala Xêve ye. 
‘Eyalê Sadiqê kurê Heciyê Sadiq jî xwarzayêt Mala Xêveyî ne.

g. Mala Avdelzêra:
 ‘Emer babê Pîroye, Pîro babê Avdelzêra ye, Avdelî çar kur yê bidûv ketîn: Ne’mu, ’Ezo, ‘Ebdullah û Miho. 
Ne’muyî pênç kur yê bidûv ketîn: Îbrahîm, Îsif,  Hebûb, Hesen û Salih.
 Kurêt Îbrahîmî: Cemîl û kurêt Tahirî (Rehma Xudê lê bît) malêt wa yê li Şernexê. 
Kurêt Mûsayî: N’manî mala wî ya li Şernexê û mala birayê wî ya li Duhokê.
Kurêt Îsifî: ‘Emer û Şeref malêt wa, anku mala Şeref û birazayêt wî yê li Şernexê.
Mala Mihemedê kurê Hebûb ya li Edena. 
Kurêt Hesenî: Remezan û birayêt wî malêt wa yê li Melêsê taxê Aşêçavşîn.
Salihî çu dûndeha nêrîn bidûv neketiye, wî hema kiçek bitinê ji Zêrînê hebû navê wê: Hûr bû dabû Se’diyê babê Mîrxanê remetî. 
Zêrîn xûşika Heciyê kurê Sadiq bû.  
’Ezo babê ‘Eliye, ‘Elî babê ‘Ezo ye. 
Kurêt ‘Ezoyî: Celat û birayêt wî malêt wa yê li Melêsê taxê Aşêçavşîn.
‘Ebdullah babê Qadire. kurêt Qadir: ‘Ebdullah mala wî ya li Şernexê, malêt birayêt wî: Avdel, Mihemed û Ehmed yê li Silopiya.
Miho babê Fetehe. Kurêt Fetehî: Hisên û Emîn malêt wa yê li Pîrosa, mala birayê wa: Mihemed Selimî ya li Geverê.
Di nav meqbera ‘Elîpîrhesina da sê gûzêt mezun yêt heyin êk yê mala Malxwê hemiyane êk yê mala Avdele û yêdî jî yê mala Gencoyî wa ne.

2- Mala Rendê: 

 a.Mala Salihê Beybûnê:
‘Elî neviyê Rendê ye, Rend kiça Şêx ‘Elîpîrhesna ye ‘Elî babê Şêxoye, Şêxo babê Cangîre, Cangîr babê Salihe, Salih babê Findoye.
 Findoyî du kur hebin: Salih û Mistê, Mistê babê ‘Emere. 
Kurêt ‘Emer: Şahîn,’Elî û Hecî malêt wa yê li Silopiya. 
Salihî du kur hebin: Mihemed û ‘Ebdurehman, ‘Ebdurehman babê ‘Ewniye, Mihemed jî babê Tehsîn wa ye. 
Malêt kur û neviyêt Mihemed û ‘Ebdurehmanî yê li Duhokê. 
Mala Mihê Gulanî û mala Salihê Beybûnê anku mala Mistê li Cangîr û ‘Usman digehine êk.
Heta gora vî Şêxoyê babê Cangîrî ya li wê tengaviya di ser gundê Bate da dinav şûrhekê da ya diyar û berçave. 
Li Sêvkê cihek yê heyî dibêjinê çala Rendê û li Bîşî jî li dûv botê doleka hey dibêjinê dolar Rendê, li berfeqiya li bersingê komtikî jî doleka hey dibêjne wê jî dola Rendê.

b. Mala Mihê Gulanî:
Cangîrê kurê Şêxoyî û ‘Usman (ewê ku digotê paşayê şivana) yan bira yan jî pismamêt êkin, ‘Usman babê ‘Ebdurhmane, ‘Ebdurhman babê Xalide, Xalid babê Mîrxane, Mîrxan babê ‘Ebdurhmane, ‘Ebdurhman babê Mihê û Heciye, Mihê babê Şekir û Ehmede.
Li demê ‘Ebdurhmanê babê Mihê dimirît Keleşê kevin piştî mirna wî Gulanê li xwe mehir diket, hîngê Mihê yî biçûk bû Keleşê kevin ew yê xudankirî, heta Mihê û Îsifê kurê Keleşê kevin biramakêt êkin. 
Kurêt Şekir: Mela Mihemed mala wî ya li Cizîrê, malêt birayêt wî: Hecî ‘Ebdurhman, hecî Xelîl, Îskan û kurêt Herbî yê li Silopiya. 
 Ehmedî çu dûndeha nêr bidûv neketiye.
Ne’met, Xalid û Se’diyê babê: Mîrxan (rema Xudê lê bît) birayêt êkin; kurêt Hecîne, Hecî kurê ‘Ebdurhman ne. ‘Ebdurhman babê Mihê û Heciye. 
Mala Se’diyê kurê Mîrxan û birayêt wî ya li başûrî welatî. 
Mala kurê Xalid: Samî ya li Wanê. 
Kurêt Ne’met: Cehwer û ‘Egîd malêt wa yê li Silopiya û mala Hecer ya li Elkî. 
Mala Mihê Gulanî û mala Salihê Beybûnê anku mala Mistê li ‘Usmanê kurê Renda kiça ‘Elîpîrhesna digehine êk, ‘Eliyê babê Şêxoyî yan kur yan jî neviyê ‘Usmanê babê ‘Ebdurhmane.  
 

3- Mala Tajda: 

a. Mala Salihê Xidrê:  
Ehmed babê ‘Umere, ‘Umer babê ‘Elî ‘Utmana ye, ‘Elî ‘Utmana babê ‘Ebdullahiye, ‘Ebdullah babê Xidrêye, Xidrê babê Salihe. Kurêt Salih: Hecî Ehmed, Mihemed û ‘Emer malêt wa yê li Colemêrgê, mala Hecî ya li Şemzîna. Mala Sebrî ya li Mêrsînê.

b. Mala Heyderê Mihoyî:
 ‘Usman babê ‘Eliye, ‘Elî babê Heydere, Heyder babê Mihemede, Mihemed babê Heydere. Kurêt Heyder: Selim û birayêt wî malêt wa yê li Silopiya, mala Ferxî ya li Pîrosa û mala kurêt Mihemed ya li Cizîrê.
 Mala ‘Eliyê Qentarê û mala Heyderê Mihoyî li ‘Eliyê  kurê ‘Usman digehne êk.
‘Eliyê Qentarê kurê ‘Ebdurehmane, ‘Ebdurehman pismamê Mihoyê Heydere. Mala kurê ‘Eliyê Qentarê: Yêlmazî ya li Wanê. 
Mala Heyder û mala Xêveyî ji deyka Mihoyê babê Heyder ve dibine xal û xwarzayêt êk.

c. Mala Gencoyî:
 Hecî ‘Elî kurê genco ye, mala wî li Duhokê bû, dibêjine mala wa (mala ‘Eloroxa). 
Çu ‘eyalê nêrîn bidûv Hecî ‘Elî neketiye, hema kiçek bitinê ya bidûvketi navê wê Fatma ye.
Fatma dabû Hesenê Etrûşiyê Muzûrî li Duhokê. 
Mala Gencoyî û mala Hisênê Guharê digehine êk.

 d. Mala Cum’eyî:
Avdel babê ‘Ebdullahiye, ‘Ebdullah babê Cum’eye. Kurêt Cum’eyî: ‘Ebdulkerîm mala kurê wî Cemal ya li Pîrosa ya Mecîd ya li Silopiya û ya Mihemed ya li Kawaşê.
 Mala Mihemed Se’îd ya li Silopiya û mala Nûrî ya li Pîrosa. (Selîma ji mala Heyder bû, jirêve ‘Ebdullahê babê Cum’eyî mehirkir bû, paşê piştî mirna wî Ûnisê babê Hesen ya mehirkirî).
Ji Selîmayê Cum’e Hesen, Pîroz û ‘Eyşo xuşik û birayêt êkin. Mala Cum’eyî û mala Salihê Xidrê digehine êk. ‘Ebulkerîm kurê Miryema Şerefa ye. 

e. Mala Hisênê Guharê: 
Pîro babê Hisêne, Hisên babê Qadire, Qadir babê Hisênê Guharê ye. Hisên babê Qadire, Qadir babê Mistefaye.
 kurêt Mistefayî: Emîn û Qadir malêt wa yê li Mêrsînê, mala bazî ya li Wanê û mala Îslam Hisên yê li Silopiya.

4- Mala Xemuşîna: 

a.	Mala Salihê Xemuşîna:
Ev binemale yê li gundê Sûrmanê li rex bajêrê Colemêgê,
Xemuşîna babê Salihe, Salih babê Mihoye, Miho babê 
Salihe, Salih babê Resule, Resul babê Mihemede, Mihemed babê Îbrahîm û Îsifi ye, Îsif babê: Xenî, Mihemed, Şe’ban û Şukriye, malêt wa yê li Colemêgê.

b. Mala ‘Elîzeba:
‘Elîzeba babê dirbaze, dirbaz babê Salihe, Salih babê Hemoye, Hemo babê Findoye, Findo babê: ’Eliye, ‘Elî babê: Findoy, Hemoy û Şekire. 
Mala kurêt Findoyî:’Elî, Şefîq û Ferîq yê li Cizîrê. 
Kurêt Hemoyî: Salih, Risqî û Derwêş malêt wa yê li Pîrosa û malêt Rehmî û Kerîm yê li Cizîrê, mala Fehmîyê birayê wa ya li Silopiya.

c. Mala Hemoruhana:
 Musayê babê Hamid kurê Osmane, Osman kurê hemoruhana ye û Mihemedê babê Şeref kurê Teha ye, Musayê babê Hamid û Mihemedê babê Şeref pismamêt êkin. 
Kurêt Hamîd: Remezan û Şehwan malêt wa yê li Mêrsînê.
  Kurêt Şeref: Wahid û Azad malêt wa yê li Cizîrê, mala Mihemedê birayê wa ya li Elkî.
Mala Salihê Xemuşîna, mala ‘Elîzeba û mala Hemoruhana pismamêt êkin.

d. Mala Hecî ‘Eliyê Xemuşîna:
Ev binemala Xemuşîna yê li başûrî welatî li Duhokê.
 Hecî ‘Elî kurê Dirboye, Dirbo kurê Mehmûde.
Jİ vê binemala Xemuşîna çend malek yê li Colemêgê, Xenanisê, Giriya seraserî û çend malek jî yê li başûrî welatî li gundê Dêragijnik.

5-Mala Sofî:
Binemala Sofî anku dûndeha Sofî Mehmudê Kêste yî, ev Sofî Mehmude kurê Ehmedê Şêx ‘Elîpîrhesna ye, ev binemale ji va herçar binemalêt jêrî pêk têt: 

a. Mala Hisênê Sincoyî:
Nebî babê mela Se’diye, mela Se’dî babê Îsma’île, Îsma’îl babê Hisêne, Hisên babê Sincoye, Sinco babê Hisêne, Hisên babê: Hecî Se’îd, Me’ruf, ‘Etem, Hecî û Hesenê babê Sinco ye (Rehma Xudê lê bît).
Mala kurêt Hesen ya li Cizîrê, Mala Hecî Se’îd û Hecî yê li Silopiya. Mala Me’ruf ya li Mêrsînê û mala ‘Etem ya li Wanê. 

b.	Mala Nebî:
Nebî babê mela Se’diye, mela Se’dî babê mela Îsma’île, mela Îsma’îl babê Nebiye, Nebî babê: Mihemed ‘Elî, Hemîd û Îsife. 
Kurêt Mihemed ‘Elî: Necmeddîn û Nesreddîn malêt wa yê li Silopiya. 
Kurêt Hemîdî: Hemze, Sima’îl û Remezan malêt wa yê li Silopiya. Mala Îsifî ya li Stenmbolê û ya kurê wî Fadilî ya li Edena.

c. Mala Hisên Helebî:
Leşker babê Mistefaye, Mistefa babê Ehmede, Ehmed babê ‘Eliye, ‘Elî babê Hisêne, Hisên babê: Ehmed, Mihemed, ‘Elî  û Hesene. 
Mala Ehmed ya li Silopiya, mala Mihemed ya li Mêrsînê û ya’Elî ya li Edena.

d.Ucaxa malbata Hacî
Li gundê Kêste li devera Berwariya, ewê ku ser bi qeza Amêdiyê ve.
Ji dûndeh Ehmedê kurê Şêx ‘Elîpîrhesna, ewê gora wî di nav goristana gundê Pîrosa da, ucaxeka heyî dibêjnê: Ucaxa  malbata Hacî. Ev ucaxe ji va hersê (3) babka pêktên:
 a. Babkê mala Sofî ku nûke praniya wa
yê li welatê Hollenda û Keneda.
b. Babkê Feq Mehmûd, ew yê li welatê
wekî Emerika, Keneda û Ferensa.
c. Babkê mala silêman û Muhemmed ew jî yê li başûrê welatî û
Keneda.
Evêt dî jî yê li Duhok, Zaxo û gundê
Kêste.
Li gundê Kêste ew binemala bi navê binemala Sofî hatiye navkirin, ew digehne Sofî Mehmud, ev Sofî Mehmudê kurê Ehmedê Şêx ‘Elîpîrhesna gelekî teqwa û dîndar bû, heta dibêjin wî gelek sala mezunatî û rêberiya xelkê gundê Kêste û wa gundêt rex û doranêt Kêste jî ya kirî.
Ev herçar binemalêt me gotîn anku: 
Mala Hisênê Sincoyî, mala Nebî, mala Hisên Helebî û
ucaxa malbata Hacî ewêt ku li gundê Kêste hemî Pismamêt êkin.
 Mala Hisênê Sincoyî, mala Nebî û mala Hisên Helebî
bapîrkalkêt wa ji gundê Kêste ji başûrî welatî yêt hatîne gundê Pîrosa li nav mirovêt xwe yêt xwecih û akincî bîn.

Mala Melayî:
Babkê mala melayî bapîrkalkê wa yê ji başûrî welatî ji nav gundêt deşta Dubanê yêt hatîne bakurî welatî li ser gundê Pîrosa yêt cihwarbîn. 
Mala melayî sê bira bin: Hemed, Qado û ‘Emer.
Mala Hemed li gundê Pîrosa yêt xwech bîn, dibêjinî mala mela Hemeavdela anku (mala melayî), dibêjin ev mela Hemede mirovekî gelekî dîndar û hindî bêjî yî xêrxwaz bû.
Mala melayî ji va binemalêt jêrî pêk têt: 

a.	Mala Baroyî:
Hemomelek, babê Hemoavdelaye, Hemoavdel babê Hemoye, Hemo babê mela Hemede, mela Hemed babê Hemede, Hemed babê Se’doye, Se’do babê Baraniye, Baranî babê: Mela Hesen, Ehmed, ‘Îbrahîm, Hisên, ‘Umer, Heyder û Se’dulahî ye. 
Ehmed,
Baranî, Hecî û Kelo birayêt êkin, Hecî babê Hekîm û ‘Ebabekre û Kelo babê Mihemed û ‘Elî ye.

b. Mala Hemo Bihara: 
 Anku mala Şerîfê Qadoyî ewêt ku berê mala wa li Aşka:
Qado babê Hesene, Hesen babê: Şerîf, Welî û Îbrahîmî ye. Mala Şerîf û kurêt wî: Kerem, Qadir, Sebrî, Azad û Îsifî yê li Wanê, mala Ehmed û Mihemed yê li Kawaşê.
Mala Feyselê kurê Îbrahîmî ya li Wanê û ya birayêt wî: Ehmed û Salihî ya li Edena. 
Mala Welî û kurêt wî ya li Dêzê 
Ev bine male digehîte mala Melayî. 

c.Mala Salihê Mîhê:
Hemed babê Sofiye, Sofî babê Mihê ye, Mihê babê Salihe, Salih babê: ‘Arif û mela Mihemede (Xudê jê razî bît). Mala ‘Arif û mela kurê mela Mihemed: Mela Qasim yê li Cizîrê.
Sofî û Se’doyê babê Baranî birayêt êkin. 
 
d. Mala Xazîkê:
Findo birazayê Se’doyê kurê Hemede, Findo babê Xaziye, Xazî babê: Binyamê, Ehmed û Silêmane. Malêt kurêt Binyamê, Ehmed û Silêmane yê li Edena.
Ev herdu binemale anku: Mala Salihê Mihê û mala Xazîkê digehine mala Baroyî. 

e. Mala Sofî:
 Hindek yê li Colemêrgê li gundê Kehakilîla, ew jî digehine mala Melayî. 

 Mala Salihê Mîhê:
Hejî gotiniye bêjîn: Dûndeha ‘Emer ewêt ku di bêjinê Mala Umerkê ji va herçar binemalêt jêrî pêk têt:

a.	Mala Îsivê ‘Ebduyê (mala Tehlê):
Seydo babê Tehlo ye, Tehlo babê ‘Ebdo ye, ‘Ebdo babê Îsife. 
Kurêt Îsifî: ‘Ebdullah mala kurê wî: ‘Adil û birayêt wî yê li Edena. Mala Mistefayê babê: Hacî û Îsfî (Rehma Xudê lê bît), û ya kurê wî Xelîlî ya li Cizîrê. 

b.Mala Bironasira:
Yê li Çolemêrgê û başûrî welatî: Li Zaxo û li gundê Sipindarokê. 

c.Mala Hacî:
 Yêt çûyine Kespiyanişê nav Jîrkiya û li çemê ‘Ezoyî yêt xwe cih bîn.

d. Mala Qadoyê Sefoyî:
Ji gundê Pîrosa yêt çûne ser gundê Hemka û li wêrê yêt mayîn û xwecih bîn.

-Mala Binyamê:
Ev binemala Binyamê yê li gundê Hedrîşê cihwar û akincî bîn. 

-Mala Hesoyî:
Yê li Silopiya, Mêrsînê û Dörtyolê.
  Mala Îsivê ‘Ebduyê (mala Tehlê), mala Bironasira, mala Hacî, mala Qadoyê Sefoyî, mala Binyamê û mala Hesoyî eve hemî pismamêt êkin.

Babkê Xaziya:

Ev binemalêt babkê Xaziya hemî ji bab û kala da digehine êk anku bab û kalêt wa bira û pismamêt êkin. 
Babkê Xaziya Mizûrîne ji kevn da yê ji başûrî welatî ji Gundê Çemankê nêzîkî Duhokê yêt hatîn, di ‘eslê xwe da Çemankî digehne Barzaniya. 
Du bira binavê: Xelîl û Gewro yêt hatîn li gundê Pîrosa yêt xwecih bîn, Xelîl li taxê Meyşê û Gewro jî li taxê Aşka yêt xwecih bîn. 
Heta dibêjin Qaqaniyêt va Xaziya yêt gundê Çemankê di mala Hesê da li gundê Pîrosa li demê xaniyê wî sotî yêt hatîne sotin! Gelecara Simê digot Hecî Meloyî anku mezunê Mizûriya her digot: Hinde mirovêt me ji gundê me anku ji Cemankê yêt çûyne herêma Hekariyê li gundê Pîrosa yêt xwecih bîn. 
Heta ji ber vê mirovahiniyê zivistanekê ‘Ebdullahê babê hecî Mûsayê Xaziya û Baroyê Se’doyê mala melayî pêkve pezê xwe yê birye ser kozê li rex û doranêt gundê Cemankê.
Babkê Xaziya ji va çend binemala pêktêt: 

a. Mala Hecî Musayê Hesê:
Mihemed babê Hesê ye, Hesê babê ‘Ebdoye, ‘Ebdo babê ‘Emer û Simêye, ‘Emer babê: Hecî Musaye. 
Kurêt hecî Musayî: Casim mala kurê wî û ya kurêt birayê wî: ’Elî û ya birazayêt wa: Samî, Feysel û Xazî yê li Edena û mala birayê wa: ‘Emerî ya li Silopiya. 
Mala kurêt hecî Musayî yêt dî anku: Mihemed Selîm û birayêt wî: Ferxî û Şêrwanî yê li Duhokê. 

b.Mala Simê Hesê: 
Mihemed babê Hesê ye, Hesê babê ‘Ebdo ye, ‘Ebdo babê ‘Emer û Simê ye, Simê babê Hesene, Hesen babê: Salih yê li Edena, Emîn yê li Elkî, Kimal yê li Silopiya. 
Simê mamê Musayê babê Casim wa ye.

c.Mala Hebûbê Siloyî Hesê:
Mihemed babê Hesê ye, Hesê babê ‘Ebdo ye, 
‘Ebdo û Silo birayêt êkin, Silo babê Hebîbe. 
Kûrêt Hebîb: Silêman mala wî ya li Silopiya, ya birayê wî: Cibraîlî ya li Geverê û ya birayê wa yê dî anku: Hebûbî ya li Dörtyolê.
 Silo birayê ‘Ebdoye, ‘Ebdo babê ‘Emer û Simê ye. 

d. Mala Uskê: 
Meso babê Uskê ye, Uskê babê Xemoye, Xemo babê: ‘Elî û Osmane. 
Kurêt ‘Elî: Hisên kurêt wî yê li Solopiya û Hesen malêt wa yê li Cizîrê. Malêt birayêt wa: Reşîd û ’Emerî yê li Edena. 
Kurêt Osman: Muhsin û ‘Ebdullah mala wa ya li Silopiya.
Ehmedê Zeloyê kurê Salihe, Salih kurê Îsife. 
Mala Ehmedê Zeloyê babê: Mela Tahir û ya birayêt wî: Se’îd û Mihemedî yê li Colemêgê. 
Mala Uskê û mala Ehmedê Zeloyê li Uskê dibine pismamêt êk. 
 Ev herçar binemale anku: Mala Hecî Musayê Hesê, Mala Simê Hesê, Mala, Hebûbê Siloyî Hesê û Mala Uskê pismamêt êkin dûndeha Xelîl in.

f. Mala Şabê: 
Şabê babê ‘Ebdullahiye, ‘Ebdullah babê Haciye (ewê digotê Haciyê Elfiyê).
 Hacî babê Ehmede. kurêt Ehmed: Nasir mala wî ya li Silopiya. Mala Emînê birayê wî ya li Misêbînê û ya Remezan ya li Wanê. 
Musa babê Mihemed û ‘ezîziye. Mala Mihemed û ‘ezîzî ya li Silopiya. ‘Ebdullah babê Hacî û Mûsayê babê Mihemedê Ruhanê (Rehma Xudê lê bît) birayêt êkin.

g. Mala Kêstê:
Hacî babê Salihe, Salih babê Hisêne. Kurêt Hisên: ‘Elî, Salih û Reşîd. Mala ‘Elî ya li Kawaşê, mala Salih ya li silopiya mala Reşîd ya li Aşka.

Binemala Bilal
Bilal kurê ’Ebabekire, mala birayê Bilal Ehmedî, mala kurêt Bilal: Eyub,’Ebabekir ‘Emer û Keremî û mala birazayê Bilal: Nezîrî yê li Başkala.
 Mala kurêt mela Mihemedê Xaziya: Mehdî û birayêt wî yê li Colemêrgê û mala birayê mela Mihemedê: Mela Sedîq ewê bi navê (Dilbirîn) dihate niyasîn; ewê şa’êrê mela Mistefayê Barzanî (Rehma Xudê lê bît) û mala mela ‘Ebûzêd kur û birazayêt wî yê li Zaxo xwecih bîn.  
Ev binemale anku mela Mihemedê Xaziya û birayêt wî digehine vê binemala Kêstê, ew jî ji babkê Xaziya ne.  
Hindek ji va Xaziya yêt çûyne Xavesorê nav Birûkiya li wêrê yêt mayîn û xwecih bîn. 
Heta di  zemana da hindek ji va Xaziyêt li gundê Pîrosa yêt çûne seredana wa mirovêt xwe ewêt ku li wêrê anku li nav Birûkiya. Cend binemalêt Xaziya yê li Mêrsînê jî heyîn. 
Ev herçar binemale anku: Mala mela Mihemed, Mala Şabê, Mala Kêstê û mala Bilal pismamêt êkin dûndeha Gewroyî ne.

Babkê Muqurya:

Ev binemalêt babkê Muqurya hemî ji bab û kala da digehine êk anku bab û kalêt wa bira û pismamê êkin. 
Ev babkê Muqurya ji nav ‘eşîra Heseniyan ji herêma Wanê Uzalpê ji rexê tuxûbî Îranê ve yêt hatîn, ew di ‘eslê xwe da digehne Mukriya anku binemala Xanêlepzêrîn.

a. Mala Merwan anku mala Perokê: 
Merwan babê Sima’ile, Sima’il babê Xalide, Xalid babê Mihêye. Kurêt Mihê: Salih, Xalid, Musa, Hecî, ‘Eslan û ‘Îsa.
Mala Salih û kurêt wî yê li Edena, mala birayê wa Hesenê ya li Elkî.
 Mala Xalid ya li pîrosa, ya kurê wî Cemîlî ya li Solopiya.
Mala Musayî ya li Edena û mala kurêt wî: Ya Hikmetî ya li Basşkala û mala Xelîl ya li Silopiya. 
Mala ‘Eslan ya li Pirosa
Mala  kurê Hecî: Celal ya li Başkala.
Mala kurêt ‘Îsayî: Sadiq, Sedîq, Şemsedîn, Îsa û Behrî yê li Edena.
Sima’îl babê Ehmedê Xoxêye. 
Kurêt Ehmedê Xoxê: ‘Ebdilsitar û birayêt wî mala wa ya li Edena.
Sima’îlê babê Ehmedê Xoxê û Xalid birayêt êkin.
Xalid babê ‘Eliye, ‘Elî babê: Hecî Selîme. Mala hecî Selîmî ya li Edena.
 ‘Ebdullah babê Têcoye, Têco babê Hisêne. 
Kurêt Hisên: Mihemed se’îd û birayêt wî malêt wa yê li Edena.
‘Ebdulahê babê Têcoyî û Xalid birayêt êkin.
Mala Reşoyî: 
Reşo babê ‘Eliye. Kurêt ‘Elî malêt wa yê li gundê Çemêdêzê. 
Mala Ehmedê Xoxê, mala ‘Eliyê xalid û mala Reşoyî digehine mala Merwan pismamêt êkin. 

b. Mala Mijdê:
Mijdo babê Silêmane (Siloyî ye), Silêman babê: ‘Ebdullahiye, ‘Ebdullah babê: Mela Yehyayî û ‘Emere, ‘Emer babê Heciye, Hecî babê Salihe, Salih babê: Se’dî, ‘Elî û ‘Emere.
Kabaniya Salih anku deyka: Se’dî, ‘Elî û ‘Emer navê wê Mîrane, Mîran kiça wî Îbrahîmî ye ewê ku neqilnav digotê (xêve); ewê mala Xêveyî pê hatiye navkirin. 
Kurêt Se’dî: Mela Mijdar û birayêt wî mala wa ya li Wanê.
kurêt ‘Elî: Îdrîs, Orhan û Hisên mala wa yê li Wanê. 
Kurêt Emer: Reşîd mala wî ya li Pîrosa, mala ‘Emer ya li Silopiya û mala Salh jî ya li Elkî.
Cibo babê Îsife, Îsif babê: Kazoyî, Îsif û wî Hebîbiye ewê digotê: Hebîbê ‘Emoxana. 
Mala mijdê û ev mala Cibê pismamêt êkin.
Mela Yehya ‘alim û zanayekî binav û deng bû digehîte vê binemalê, vî mela Yehyayî di zemana da mala xwe yabirî û yê çûye nav Qeşûriya li wêrê yê xwecih bî. 

c. Mala Mistoyî li Melêsê : 
Sîma’îl babê Mistoye, Misto babê: Ehmed, Sima’îl, Miho û Biroye. 
Kabaniya Mistoyî anku deyka: Ehmed, Sima’îl, Miho û Biroyî navê wê Xemrî ye, Xemrî kiça wî Îbrahîmî ye ewê ku neqilnav digotê (xêve); ewê mala Xêveyî pê hatiye navkirin. 
Îbrahîm (Biro) babê: Xurşîd, Selîm, Tahir, hîsên û Mistefa ye.
Miho babê: Îsif, Selman,Se’îd, Ehmed, ‘Ebdulah, ’Îsa, Cum’e û Emîne.
Sima’îl babê: Lîwan û Eyhane.
Ehmed babê: Binyamê, Salih û Heci ye.
Ev herçar binemale li Melêsê yêt xwe cihbîn. 
Kurêt Mihoyê Xemriyê: Selman, Ehmed û Îsif malêt wa yê li Kawaşê. 
Ev herçar binemale xwarzayêt mala Xêveyî ne.

d. Mala ‘Eloyê Gerdoyê:  
Îsif babê Eliye, ‘Elî babê Îsife, Îsif babê: Mela Mistefa û ‘Elî ye. Mela Mistefayê Gerdoyê yê çûyne Aşûtê li nav Qeşûriya li wêrê yêt xwecih bîn.  Kurê ‘Elî: Nurê, Hisên, Reşîd, Sebrî û Xurşîd malêt wa yê li Wanê.

e. Mala Beresorî:  
Biro babê avdele, Avdel babê hecî ‘Eliye. Hecî ‘Elî babê: Hecî Mehmûd, Avdel û ‘Emere. 
Mala Hecî Mehmûd û ya birayê wî Avdelî yê li Melêsê Taxê Aşêçavşîn û mala kurêt ‘Emerî: Çulî ya li Kawaşê û ya birayê wî Ehmedî ya li Başkala.
Dibêjin Finê maldar û zengînekî gelekîmezun bû. 
Ev binemala Beresorî digehine wî. Heta dibêjin ji nav ‘eşîra Heseniya carekê hinde mirovêt va Muqurya li dûv nav û dengêt zengîniya Fenî yêt hatîne Melêsê seredana wî, serhatîya Fenî geleka dirêje. 

g. Mala Birobêzala li Aşka:
Hecî babê Mûsaye, Mûsa babê Biroye. 
Kurêt Biroy: Ehmed mala wî ya Kewaşê, mala Tahir ya li Silopiya, mala Cemal û Feteh yê li Edena û mala Xalid ya li Aşka . 
Hindek ji va Muqurya yê li Wanê û Geverî û hindek ji yê li başûrî welat li Dêragijnîk yêt xwecihbîn. 
 Babkekî Muqurya yê li nav Hemka jî heyî dibêjinê: Mala Mistoyî, Misto babê Yasîne, Yasîn babê Hesene, Hesen babê Îsive, eve digehine mala Perokê.

Qebîla Bilêliya: 

Qebîla Bilêliya ji ‘eslê xwe yê kevin da Xalidîne anku digehine qumandarê Pêxemberî (Selat û selam li ser bin) Sehabiyê navdar Xalidê kurê Welîd (Rehma Xudê lê bît). 
Babkalikê Bilêliya yê pêşiyê dibêjin navê wî Bilal bû, ew li gel çend birayêt xwe ji rexê Misêbînê ve yêt rabîn çûyine Binxetê rojavayî welatî paşê ji wêrê yêt rabîn çûne başûrî welatî çend saleka li ser gundekî nêzîkî Duhokê yêt mayîn, paşî ji wêrê jî yêt rabîn hatîne bakurî welatî qeza Çelê li ser gundekî 
Pinyanişya ewê ku dibêjinê: Talîsa Serêşîva Bilêcanê 
li wêrê yêt cihwar dibin. 
Dibêjin ew Bilalê navbirî mirovekî aqilmend û gelekî dîndar bû, ew rêber û mezunê mirovêt xwe bû, darê xûnê didestê wî da bû, wî bo sulihûselahet û pêkînadina Bilêcaniya; heke zelamek bi xeletî hatiba kuştin wî xûna wî sed (100) dar bi wî darê xwe ji axa ewê kuştin bidestî hatiye kirin dipîvan û didane mîrat girêt ewê ku hatiye kuştin, belê heke jinkek bi xeletî hatiba kuştin wî ‘eynen wesa xûna wê jinkê pêncîh (50) dar bi wî darê xwe didane mîrat girêt wê jinkê. 
Heta gelek cara wî bi darê xwe yêt xirabiyek dikir cizadikir û edeb didan jî, ew dinav mirovêt xwe da hindî ‘adil bû. 
Eve piştî wa çend sal li wêrê li gel xelkê wêrê borandîn ew gelek boş û zêdedibin, dibêjin hîngê ji wa Bilêlêt Bilêcanê du kurê bilalî: Mistefa û ‘Îsa li gel kurmamekî xwe navê wî: Hemed bû, kasera çî ew ji wa sildibin û mişext dibin ji wêrê radibin têne gundê Pîrosa, li taxê gundî li nav Pîrhesiniya cihwar û xwe cihdidibin û dibine vehewhayêt wa. 
Hejî gotinê bêjîn Bilêliyêt gundê Pîrosa hemî digehine êk çunku hemî dûndeha va hersê kesaye ewêt ku me gotîn. 
Mala Mehmûd, mala Hîmê û mala Şêxê ev hersê binemale digehine Mistefayî û mala Îsakê, mala Tukil, mala hoçka û mala ‘Ebdal jî digehine ‘Îsayî û mala Geveyî bitinê digehine kurmamê Mistefa û ‘Îsayî ewê ku li gel wa hatî. 
Mizgefta gundî anku ya taxê Bilêliya berî ku ew bêne wêrê nav Pîrhesiniya, Pîrhesiniya ji kevin da ew Mizgeft ya avakirî, belê piştî qebîla Bilêliya bitinê mayne li wêrê wa ew Mizgeft ya rakirî û ya kiriye duqat. 
Hîngê li berdestê gelek ‘alim û seyda hejmareka zêde ji feqiya di vê Mizgeftê da yê xwandî û tedrîsat jî ya kirî, heta dibêjin: 
Li danê biharê nexasima li meha Adarê bir bir feqî diçûne ber berojkekî mizgeftê ewê ji gundî pê da, ewê dibêjnê: Berfeqiya li bersingê Komtkê dola Rendê dewrêt xwe jiberdikin.                 
Ji vê qebîla Bilêliya gelek ‘alim û zana yêt rabîn eve wekî: Mela Pûrmûs, mela ‘Elî, mela Mehmûd,mela Selîm,mela Temer, mela Nezîr, mela ‘Emer, mela Cindî, mela Şûkrî, mela Îsmet, mela Îsma’îl û mela Emîn eve û çendekêt dî jî ji vê qebîla Bilêliya yêt rabîn . 
Mela Mehmûd (Rehma Xudayê Jorî lê bît) mirovekî gelekî têgehiştî û aqildarekî mezun bû, ‘Emrê wî gehiştibû nêzîkî (100) sed saliyê, hêj ew li ser hemdê xwe bû, wî ew tiştêt ji bab û bapîrê xwe guhlêbîn bi timamî vedgêran û digotin. 
Hejî gotiniye bêjîn Seydayê mela Temer (Rehma Xudayê Jorî lê bît) li gundê Pîrosa û li gundê Çemanê li nav Jîrkiya gelek sala tedrîsat ya kirî û ders yêt gotîne feqiya. 
Seydayê mela Nezîr jî medresa wî ewa ku li sala 1996ê bi navê (مدرسة خليل الرحمن  - Medresa Xelîlurrehman) li bajêrê Çolemêrgê hatiye avakirin ya hey, eve çend sale ew jî yê di wê Medresa da tedrîsatê diket û dersê dibêjîte feqiya. 
Sofî ‘Ebdurhman babê: Îsifî, Xalid, Ehmed û Mihemedî ye, ewêt ku digehne mala Hîmê ji Bilêliya kurêt: Eyşa kiça Fatmayê ne, Fatma deyka ‘Ebdullahê mala Xêve ye, Eyşa ji dayê da xûşika ‘Ebdullahê mala Xêve ye. 
Ev binemala Sofî ‘Ebdurhmanî Bersûlavî dibine xwarzayêt ‘Ebdullahê mala Xêveyî. 
Bilêliya hemiya pêkve Taxê Zevya yê ji Mehmeda kirî. 
Gelek mal û binemal ji vê qebîla Bilêliya ji gundî yêt rabîn nexasime li sala 1984-1999ê ji ber tevger û serhildana bakur gund yê berdayî û yêt çûyîn li gelek gund û bajêra yêt xwecih bîn eve wekî: Colemêrgê, geliyê Colemêrgê, Cemkî, Talêûbazê, Geverê, Xurêkanajorî, Xurêkanajêrî, Dodka, Wanê, Elkî, Cemanê, geliyê Dêzê, Kehê, li nav Qeşûriya, Cizîrê, Misêbînê, Silopya, Edena, Mêrsînê, Entaliya, Sitembolê, Zaxo, Duhokê, Elmaniya û Îsfîcra û gelek cihêt û warêt dî jî...
Ji vê qebîla Bilêliya çend malek yêt mayîne li ser gundê Pîrosa li taxê gundî û hinde mal jî yêt mayine ser Taxê aşka û  Zeviya. Zeviya jî taxeke ji gundê Pîrosa.
Gundê ji hemî gunda kevintir li vê herêmê piştî qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) Elkî gundê Pîrosa yan jî Pîroza. Piştî ku Bilêlî hatîne nav Pîrhesiniya û xwe cihbîn, ew û Pîrhesinî pêkve û dinavêk da li taxê Mizgeftê çend sala di mînin. 
Ev gundê Pîrosa ji du tax û Qebîlêt mezun pêk têt: Taxê Pîrhesiniya û taxê Bilêliya, hîngê ev herdu qebîle anku Pîrhesinî û Bilêlî di navêk da li taxê gundî anku li ser gundê kevin da bin. 
Belê demê Pîrhesinî û Bilêlî lêkketîn, hîngê ji bîst (20) mêra pitir ji herdu rexa têne kuştin heta Keleşê kevn jî li wî şerî yê hatiye kuştin. 
Ji ber wî şerî Bilêlî radibin ji wêrê mişextd bîn diçine nav Berwariya li başûrî welatî. 
Piştî wa Pîrhesinî jî hemî pêkve radibin xwe didene êk malêt xwe ji wêrê dibene Girêgûska li wêrê bo xwe xaniya avadiken. Li havînê nijdeyeka Bilêliya têt gundê kevin anku xaniyêt xwe û Pîrhesiniya hemiya pêkve di sojin. 
Piştî Qeşûrî û Berwariya sulha wa kirî Bilêlî dizivirin ve têne gundê Pîrosa li ser kavilêt xwe yêt û yêt Pîrhesiniya li taxê gundî û bo xwe avadiken û ew bitinê li wêrê dimînin. 
Hîngê gelek malêt Bilêliya ji wêrê nezivirîne û nehatîne gundê Pîrosa yêt mayne li başûrîê welati.
Pîrhesinî jî ji Girêgûska radibin li taxê xwe belav dibin, her malek diçîte ser milkê xwe û bo xwe xaniya avadiken. 
Ev herdu qebîle anku Pîrhesinî û Bilêlî li gel babkê Xaziya, babkê Muqurya û mala Melayî hemî pêkve Pîrosîne, cenda ku ji kevin da jî ‘eslê wa ne êke jî çunku eve çend sed sale ye bab û bapîrkalkêt wa hemî pêk ve bi birayînî, bi viyan û tifaq li ser gundê Pîrosa yêt xwecih û akincî bîn û hemiya li gelêk ‘emrê xwe yê borandî û yêt bîne xal û xwarzayêt êk.
 Qebîla Xaziya, Muqurya û mala Melayî piştî Pîrhesinî ji taxê gundî çûyne ser taxê xwe; li ser milkê xwe belavbîn yêt hatîne nav Pîrhesiniya.
 Ev Pîrosiyêt nihe li qeza Beytuşşebabê 
(الشباب بيت) li Elkî li ser gundê Pîrosa yan jî Pîroza dijîn hejmara û hereboşiya wa geleka zêdeye; hemen hemen ji (1000) mala pitirin, hindî bêjî Pîrosî di welat perwerin û di dilzozin bo de’we û doza welatê xwe ji hemî lave, wa ji ber rewşa tevger û serhildana miletê xwe ya bakur li bihara sala 1999ê gundê xwe yê berdayî. 
(Belê hîngê hema Ne’metê rehmetî bi tinê xaniyê xwe neberdaye heta ku ew li wêrê mirî). 
Nihe 15/20 malek bitinê yêt mayîne li ser gundê Pîrosa, yêt dî hemî yêt belav bîn û çûyin li gelek cih, bajêra û welata yêt xwecih bîn eve herwekî : Colemêrgê, Geverê, Elkî, Şemzîna, Wanê, Başkala, Şernexê, Cizîrê, Silopiya, Aşûtê, Başkala, Misêbînê, Sitembolê, Edena, Ceyhanê, Dörtyolê, Mêrsînê, Duhokê, Kura, Zaxo, Xîzavakê, Batûva, Dêragijnîk, Kemeka, Hocava û gelek cih û warêt dî. 
Heta hinde mal yêt çûyne dervey welatî jî eve wekî: Kanada, Hollanda û gelek cih û warêt dî jî...
Eve ji ber ku bapîrkalkê Pîrhesiniya (Pîrosiya) yê pêşîn anku Şêx ‘Eliyê Pîhesinî vehewhayî û re’iyeta mîrê Hekarê bû û ji kevinda li nav ‘eşîreta Ertuşiya da yê akincî û xwecih bî, ji ber vê hindê Pîrosî jî babkekî ‘eşîreta Ertuşiya têne hejmartîn. 
Heta ew bişahid û îzbad Ertuşiyêt kevn û qedîmin, çunku eve berî (600) şeşset sala pitire ew ji nav Biradosta ji başûrî welatî yêt hatîne vê herêma Hekarê li  Beytuşşebabê 
(الشباب بيت) Elkî yêt xwecihbîn. 
Li dûmahîkê min divêt bêjim sed’eyîf û mixabinî: Berperekî ku behsê mêjo û resena Pîrhesiniya tê da hatibû nivîsîn hebû, ew berper (secere) ji destê hecî Hisênê Hirorî digehîte destê Muhemed Emînê govkî ew berper (secere) kirbû diberxanê xwera di nav mala wî da hate sotin; li demê rijêma ‘iraqê yahîngê gundê wa sotî li şoreşa Barzanî li başûrî welatî! 
Seydayê binav û deng Muhemmed Merdoxî Kurdistanî (Mihabadî) 
1885 -1975 ê di kitêba xwe da ewa ku binavê: Tarîxa kurd û kurdisatan
 ( تاريخ كرد و كردستان) li demê ew behsê ‘Eşîreta Ertuşiya diket dibêjît: ‘Eşîreta Ertuşiya ji va qebîle û babka pêk têt: ‘Îzdîna, Mirzkî, Mamereşa, Mamenda, Alan, Pîrozî, Jirkî, Şîdan, Mamxura, maweşiyan, Şerefan, Mamedan, Gewdan, Zifkî, Zêdekî û Havican.
Seydayê  navdar Muhemmed Emîn Zekî Beg jî di kitêba xwe da ewa binavê: Xulaset tarîx Kurd û Kurdistan
 (خلاصة تاريخ الكرد وكردستان) da dibêjît:
Ertoşî. Ev qebîlahe geleka mezune û gele gundêt wa jî yêt heyîn, çeq û babkêt ev ‘eşîrete jê pêk têt evêt hene: ‘İzedînan, Mirzkî, Mamereş, Mamend, "Yezîdîye", Pîrozi, Jirîkî, Şîdan, Mamxor, Xawistan, Mamedan, Gewdan, Zîwekî û Zifkî ne. 
)موسوعة شاملة عن قبائل الكردMewsu’a Şamîle ‘en-Qebaîl-ul-kurd (
‘Eynen ew jî bi vî şiklê berî nihe me nivîsî ji ٍSeydayê navdar Muhemmed Emîn Zekî Begê werdigirît û neqil diket.
Di kitêba El-Qebaîl-ul-kurdîye fî-împiratorîyet-il-Osmaniye:
 (القبائل الكوردية قي الامبراطورية العثمانية)
 ewa ku nivîskarê Îngîlîzî yê navdar: 
Mark Sykes مارك سايكس) :1879- 1919( ê nivîsî, evî nivîskarê navdar di vê kitêba xwe ya navbirî da behsê qebîle û babkêt ‘eşîreta Ertuşiya diket û dibêjît: ‘Eşîreta Ertuşiya ji va qebîle û babka pêk têt:
 Êzdînan, Mirzkî, Mamreşa, Mameda, Alan, Pîrozî, Jirkî, Şîdan, Mamkur, Xaviştan, Şerefan, Mamedan, Gewdan, Zêdkî, Zifkî (Zêwkî) û Havcan (Hacan), Heta ev nivîskarê navdar di vê kitêba xwe da dibêjît: Hîngê (anku bi texmînî berî sed sala) gundê Pîrosa/Pîroza yî avabu şêst (60) malêt Pîrosî (Pêrhesinî) lê dijiyan û jîn û jiyara wa li ser çandina tûtinê bu. 
Heta behsê tûtina gundê Pîrosa di wê kitêba da jî ewa bi navê : (( ULUSLAR ARASI ŞIRNAK VE ÇEVRESİ SEMPOZYUMU (14-16 MAYIS 2010)
INTERNATIONAL ŞIRNAK AND ITS VICINITY SYMPOSIUM 14-16 MAY 2010)) yê hatiye kirin. Waliyê Bidlisê yê hîngê li 16 yê meha Hizîrana sala 1909nê têlgirafekê bo Dahiliye Nezaret’î birêdiket, ew di wê têlgirafa xwe da behsê wa qeza, nahiye û gunda diket ewêt ku bi sinceğa Hekarê ve digirê dayî , li demê ew behsê qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) Elkî diket, ew gelek Methêt tûtina gundê Pîrosa diket.  
Di kitêba Zaxo el-Madî we Hadir: ( زاخو الماضي والحاضر) ya mamostayê hejî û berketî: Se’îd El-Hac Ez-Zaxoyî jî da, behsê vê hindê yê hatiye kirin; anku wî jî di wê kitêba xwe da îşaret ya kirye bal wê hindê ku Pîrosî/Pîrozî jî ji ‘Eşîreta Ertuşiya têne hejmartin.

Mela û ‘Alimêt taxê Pîrhesna:
Şêx ‘Elî Pîrhesna, birayê wî Şêx Mihemed, mela Hemed ji mala Melayî bû, mela Yehya ji Muqurya bû, mela Se’dî û kurê wî mela Îsma’îl ji mala Sofî bin. Mela Sedîq şa’êrê mela Mistefayê Barzanî bû (Rehma Xudê lê bît), û birayêt wî mela Mihemed, mela ‘Ebûzêd, û Mela Îsif, mela Reşîd û mela Hisên ji mala Xaziya bin. Mela Hesen û kurê wî mela ‘Ebdulwahid, mela Nuredînê kurê ‘Ebduselam û mela Medenî kurê Fuad ji mala Heciyê Sadiq in, mela Mihemedê Salih û kurê wî mela Qasim, mela Hesenê Baroyî ji mala Melayî ne, mela Mistefa û kurê wî mela Îsma’îl û mela Mijdarê kurê Se’dî ji Muqurya ne, mela Mihemedê Şekir ji mala Rendê ye, mela Xalis û kurê wî mela Ehmed ji mala Sofîne, mela Behcetê kurê Reşîd ji mala Teyîbe, mela Tahir kurê Ehmedê Zeloyê ye ji Xaziyane û mela Mihemedê Ehmedê mala Xêveyî.

Şa’êrêt gundê Pîrosa:
‘Ebdulahê mala Xêveyî, heta ‘Ebdulahê mala Xêveyî şeş heft sala Şa’êrê Hacî axayê şerefa bu li Gundê Germavuka û li gel mala wî dihat û diçu zozana, Mihemedê Salihê mala Keleş, Heyderê Mihoyî, Hisênê Gulê, Hisênê Findoyî, Mirzoyê Unis, Mihoyê Xemriyê, Ehmoyê mala alî, Îbrahîmê mala Şahîn, Hesenê Hisênê Gulê, Ne’manê Musayê Birahîm, Ehmedê Hisoyê Musayî û Mehsonê Ehmedê Selîm…
Taxêt gundê Pîrosa:
Gûska, Berkevrê, Serêbawanê, Meyşê, Navgûza, Serdola, Babekir, Aşkajorî, aşkajêrî, Gundî, Bersûlavê,  Melêsê, Aşêçavşîn û Zevya.

Minasib û meqberêt gundê Pîrosa:
Minasibê Şêx ‘Elîpîrhesna li berkevrê, Minasibê şêx Silêman li Deştkê, Minasibê Girê gumbetê li Gûska, Minasibê Tepoyî di bin mektebê da, Minasibê Kuloyî li pişt xaniyê ‘Eloyê Gerdoyê, Minasibê şêx Xewas li taxê gundî. 
Li ber deryê Mizgefta gundî sê gor yêt heyîn, dibêjin gorêt şehîda ne, navê êkî ji wa Fethulahe. 
Minasibê bersûlavê, Minasibê Aşka, Minasibê şêx Ehyayî li deşta wada li Melêsê, Minasibê Milaziyaretî di bin Tîyê simoqa da li Milaçalkê, gora şêx Silêman li Zeviya, herdîsa li Zeviya: Gora şêx Hesen, gora mela Ehmedê rîhreş û gora pîre Xecê.

Mizgeftêt gundê Pîrosa:
Mizgefta Şêx ‘Elîpîrhesna li berkevrê, Mizgefta Navgûza li ser kehniya Haciya, niho ya kavile, Mizgefta taxê gundî, Mizgefta Aşka, Mizgefta Zeviya û Mizgefta Melêsê. 
Carekê Sofî ‘Eliyê Xalidê Pîrosî gote min: Mizgefta haciya ewa ku li taxê navgûza, carekê em çûyîn da avabikeyîn, pîçekê me lêvkola berê derazînka wê derket, em berê xwe dideynê ku wekî hesanî yê hulî bî û mehyayî anku hindî hind ew Mizgeft ya kevne û nivêj yêt lê hatîne kirin! 
Bazxa deyka Qadirê mala Avdel kiça Mihoyê mala Xêveyî digot: Li demê Avdelzêra sofiyek hebû navê wî Sofî cindî bû ewî digot: Mizgefta haciya ewa li ku ser kehniya ‘Ewta li demê me ya avabû heta me nivêj yêt tê da kirîn. 
Li va sala demê rêk û cehda ‘ereba çûye gundê Pîrosa li nav zeviya Besoyê (ewa wê daye Mizgeftê) li demê ew zevî bi Tirektorê kêlayî çend cerkêt tijî xwelî di nav da derketin û li Gaxûrkê jî hinde cerkêt wesa yêt derketîn
Tuxûbêt zozanêt gundê Pîrosa
Ji kevnda eve bin: Ji dola deriyê zêriyê dest pê dikir û warê axayî, kehiniya qesara, û kejanî xwe li berwariyêt se’dîkê didet, kuçereşî, çelebelekî û heta xwe li terahêstira didet.

Wargehêt Pîrosiya yêt qedîm: 
Warê Bêxlapê (şîlanê), warê stêhra (warê Stêroyî) anku binavê wî Filê berî ‘Elîpirhesna li ser gundê Pîrosa yê hatiye nav kirin, warê Sêvkê, warê Serêmêrga, warkê girkî, warkê Lêhba, warê Germavoka, warê Momê, warê Meydanzengilê û warê Avatezî.

Minasib û goristanêt Pîrosya li zozana:
Meqbera Deştkê, meqbera Milagermavoka, meqbera Çelebelekî û meqbera Meydanzengilê hemen hemen nîvek ya Pîrosya ne.
Hîngê Elkî û Bilbêsî ji warê Laleşê pêvetir nedihatin û Maronisi jî heta serastengê warê Bergirî dihatin.

Berê tuxûbêt gundê Pîrosa eve bin:
Ji Suwaraxelê dest pê dibû, Warkêhestiya, Keprê, kela Melêsê, Tiyê Bêgilîlanî, Xabûr xabûr heta digehişte dîrgeha Çemanê, Milaxûrkê, Xwara, Çiyareşka, Îlokeyî, Kelotkê heta Gocarê, kato û kato, Mêrgêt Sotî, warê Girkî û di zivirî Deryêberana hindî ku dikete dinav vê çarçôvê da ber gundê Pîrosa diket. 
Hejî gotinêye bêjîn li gundê Pîrosa û li wa gundêt rex û doranêt Pîrosa jî çu kinîşte û dêrêt cuhî û fila nînin, belê hema gelek dîrgeh yêt heyîn; li nav gundî û li rex û doranêt gundî û li dol û nuhalêt bi rex gundî ve jî, hindek ji wa heta nihejî dibilind û avane û gelek jî yêt xirab bîn û yêt hatîne xirabkirîn. 
Miletê me dibêjine va avahiya: Dîrgeh belê Lêwinî dibêjnê: Malêt kafira.
Dibêjin ev avahiye anku ev dîrgeh/malêt kafira (Evêt wekî Sewmî’êt Fila) li zemanê Silêman Pêxembere (selamêt Xudayê Jorî li ser bin) Dêwa yêt avakirîn. 
Tête zanîn ku ev dîrgehe bermayê dînê Silêman Pêxemberîne (selamêt Xudayê Jorî li ser bin). 
Ev dîrgehêthe her êk ji wa bi çend kite berêt gelek mezun û çargoşe li cihêt veder ji deng û dolêt mirova yêt hatîne avakirin û yê li miqabilî êk jî, mirovêt vî zemanî bi çu êka neşên berêt va dîrgeha ji cih raken. 
Bi ‘erebî navê va dîrgeha: Qilate ye, ev Qilate (dîrgeh/malêt kafira) cihê êkî bitinê yê tê da hey ku dişêt tê da bi mînît û çu derî lê nînin hema kulekek bitinê ya lê hey di wêrê ra diçine jor û yê diçîte tê da xwarin û vexwarina xwe jî di wêrê ra di bet û werdigirît. 
Li zemanê Silêman Pêxemberî (selamêt Xudayê Jorî li ser bin) di va Qilate da û di dûv wî ra jî dîndarêt ola wî li ser rêk û rêbaza wî di va dîrgeha da diketine xilwê û peristina Xudayê Jorî eve da ku bo mirovêt demê xwe bibne pêşengêt ola xwe. 
Ji vê hindê tête zanîn ku gundê Pîrosa ji kevin da jîngeh û warê jîn û jiyara mirova ye. 
Anku ev dîrgehe ewêt ku xilwetgehêt Ruhbana ye bi berêt gelek mezun û bilind yêt hatîne avakirin.
bo nimûne em dê dîrgehêt li gundê Pîrosa bêjîn: Êk ya li qulaçê girê kola, êk ya li bin kehniya jina li warê Bêxlapê, êk ya li milakezwankê, êk ya li ber deryokê, êk ya li rex minasibê Deştikê, êk ya lihindavî zeviya ‘Ebûzêd, êk ya li berê şirahîkê, êk ya li rex hirmîka sêvoyî, êk ya li rex zeviya Ûnis li serê bawanê, êk ya li pûrîfa, êk ya li hindafî Zilqa, êk ya li rex xaniyê ‘Emerê Mûsayî li Meyşê, êk ya li rex xaniyê Casim li Meyşê, êk ya li bin singê xaniyê Mihemed ‘Elî yê peroyê, êk ya li rex xaniyê ‘Isayî li Serdola, êk ya li girê Çukdara li aşka, êk ya li pişt xaniyê Mihemedê Ruhanê (rema Xudê lêd bît), êk ya li pişt xaniyê Teyfûr û êk jî ya li pişt xaniyê Ehmedê Birobêzala li Aşka. 
Dîrgehêt hatîne xirab kirin li nav gundê Pîrosa: Sê dîrgeh li girî bin, du dîrgeh li cihê xaniyê Şukrê bin, dîrgehek li cihê xaniyê Ehmedê Zeloyê bû, êk li cihê xaniyê ‘Elî yê ‘Ezoyî bû li Serê bawanê, dîrgehek li cihê xaniyê ‘Emerê Mistê bû, êk li mila Mîrzakê bû, êk li Aşka jorî bû, êk li ser Afirkê Heyder bû û êk jî li Kavilka bû.
 
Gundê Pîrosa yan jî Pîroza:

Gundê Pîrosa gundekî herêma Hekarê ye, gundekî gelekî kevnar û navdare, gundekî çiyayî ye, yî veder, asê û befrîne, gundekî berfireh û bêhin xweşe, gelek dar û barêt fêqî yêt nav da heyîn, nêzîkî çarde (30) kehniyêt Xudayî yêt ava tezî û zelal yêt nav gundê Pîrosa da yêt heyîn, xaliba wa noyînin.
Di ser gundê pîrosa da li taxê Berkevrê şikefteka hey dibêjinê Hişarê dengê aveka gelek boş jê têt, heta li vasalêt berê dibêjin hinde ka kirê di ser Bota Melêsê da aveka xurt û zêde boş derdikevît dibêjnê: Hemdênî li wêrê ew ka dinav avê da derket. 
Hejî gotinêye bêjîn: Gundê Hemka, gundê Bate, gundê Melêsê, taxê Bilêliya hemî, babkê Xaziya, babkê mal Melayî û babkê Muqurya.., berê eve hemî xwegirtî û vehewhayêt Pîrhesiniya bin, hindî Pîrhesinî dixêrxwaz û mirovşirîn bin, lewma xelk û ‘alemê ji hirve û ji hove xwe yê daye nav û li wa yêt vehewhayîn û ya dîjî çunku gundê Pîrosa yî veder û varî bû û yî parastî bû ji hemî lave.  
Li sala 1951ê mektebe li gundê Pîrosa ya hatiye avakirin, li 1986ê ceyran û li sala 1987ê jî rêka ereba yêt hatîne gundê Pîrosa.
Li zemanê bab û kalêt me, heta li demê babêt me bixwe jî bahira pitir ji Pîrosiya her sal li serê paîzê di çûne germiyana anku başûrî welatî: Duhokê û Zaxo…ber debar û aburê, danê zivistanê li wêderê di borand, qet wa guhê xwe nedida wa qiraqol, tuxûb û sinira ewêt ku hinde zalima êxstîne dinav welatê me da û parçe parçe kirî!...
Mîrza ’Elî (anku Mîrza ‘elîyê Marûnisî) li demê ew ji nav mîrekêt Bota ji layê Cizîrê ve radibît bi mişextî li gel çend mirovêt xwe, ji rêve ew têne nav Pîrhesiniya li gundê Pîrosa çenda sala li wêrê bi mal û ‘eyalê xwe ve dimînin. Hîngê koçerat her sal ji germiyana di hate zozana, eve wekî koçerêt êzidiya: Hesin û Hewêriya, Mameda, Qolya û Seyda… li demê ‘êlat û hereboşiya wa dihat di nav gundê Pîrosa ra diborîn û  dideryê Zêriyê ra diçûn zozana wa gele zerer di gehande ziyanêt Pîrhesiniya û wa ji binî gund bêser û ber dikir.
Carekê li demê ew tên her wekî berê bi nav gundê Pîrosa dikevin ew û Pîrhesinî lêkdikevin, hîngê mezunê Pîrhesiniya Salihê rêhspî bû, Salihê rêhspî û Mîrza ‘Elî li gel mirovêt xwe hemî pêk ve radibin diçine berahîka koçeratê êzidiya û lêkdikevin wa pira Golka ewa ku li ser ava Xabûrî li wa avête avê û rê li ber wa girt û nehêla hêdî ew bên di gundê Pîrosa ra biçne zozana. 
Heta careka dî jî li serê biharê demê ‘êlatê êzidiya hatî da ku biçne zozana ew û Pirosî li Mêrga ‘Ura lêkdikevin bi xencera dane êkûdu ‘urêt geleka ji herdu rexa li wêrê têne dirandin, ji berhindê dibêjne wêrê Mêrga ‘ura.
Piştî hîngê Pîrhesinî û Mîrza ’Elî lêkdikevin êk ji Pîrhesiniya dinav destêt wa da tête kuştin, Mîrza ’Elî bi mirovêt xwe ve bardiken diçine Xwarguriya ji gundê Çemanê pê da, belê piştî wa û Pîrhesiniya sulha xwe kirî, carekadî ew malêt xwe tînine ve Pîrosa.
 Mîrza ’Elî li gundê Pîrosa yê mirî heta niho jî gora wî û ya çendeka ji mirovêt wî jî li nav minasibê Girê Gumbetê li Gûska didiyarin heta kêliyêt gorêt wa berê roxene. 
Piştî mirna Mîrza ’Elî mirovêt wî hemî pêkve rabîn bi emrê mîrê Hekarê yê hîngê diçine ser gundê Marunisî û li wêrê cihwar û xwech bîn. 
Şîva’erdê Pîrosiya hemiya ye’nî Pîrhesiniya, Xaziya, mala Melayî û Muqurya hemiya pêkve ya ji mala Umerkê ya kirî.
Ev herçar qebîle anku Mamxura, Gewda, Jîrkî û Qeşûrî evêt ku li rex û doranêt gundê Pîrasa, ji va herçar qebîla Mamxura, Gewda û Jîrkî digehine êk babêt wa birayêt êkin. Mamxura dûndeha Mamedin, Gewda dûndeha Mameynin û Jirkî dûndeha Jiroyîne, ev hersê birayêthe anku Mamed, Mamey û Jiro eve berî dused sala têheye yê ji layê Çelê ji gundê Ertuş yêt rabîn û bi malve hatîne vê herêma Hekarê li  qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) Elkî yêt xwecih bîn. Jirêve yêt hatîne Meydana Germavê li rex Elkî, li Meydan Germavê kûnêt xwe yêt vedayîn. Babê Xwemoyê Geznexî Memlukî ji zar devê babûkalêt xwe behsê vê hindê dikir, wî di got: Li demê vahersê bira malêt xwe înadîne Meydan Gegrmavê û kûnêt xwe xwe li wê derê vedayîn hîngê filêt li Geznexê diçûne pêş wa û ji wî halê wa dimane heyrî nexasime ji kûnêtwa , wa biyarîve digote êkûdu werne pêş berê xwe bidene karîtêt xaniyêt wa werîsin û sitûnêt wa darêt ziravin?
 Paşê Mameyn ewê digotê: Gewdo radibît mala xwe ji wêrê bardiket û dibete ser gundê Germavê, ew li wêderê xwech dibît. 
Gewda hemî yê bidûv wî ketîn û ji wêrê yêt belav bîn. Birayê duwê Mamed mala xwe dibete ser gundê Karçanê û li wêrê akinçî û cihwar dibît, Mamxura hemî yê bidûv wî ketîn û ji wêrê yêt belav bîn û birayê wa yêdî Jirko jî mala xwe jirêve dibete ber rizdeyeka nêzîkî Çemêheskê, paşê ji wêrê dibete ser gundê Çemêheskê, Jirkî hemî yê bidûv wî ketîn û ji wêrê yêt belav bîn.
Hîngê zelamek navê wî Mehmûd bu ji Elkî radibît diçîte gundê ‘aqarî ewê birex Çelkêve dibin gundê Kêste da dibîte xulamê qeşe Xewşaba ewê neql nav digotê: qeşe Hûro, hîngê mîrê Çelkê gelek zulm û te’dayî li wî qeşeyî dikir. Qeşe berê xwe didetê Mehmûdê xulamê wî zelamekî gelekî zerbedest û zîreke, rojekê ew qeşe Xewşaba dibêjîte Mehmûdê xulamê xwe: Heke tu evî mîrê Çelkê bikujî ez dê kiça xwe demete, Mehmûdê xulam dibêjîte qeşey bila ez dê wî kujim, Mehmûdê xulam bivedizkîve wî qeşeyî dikujit. qeşe Xewşaba wê kiça xwe ewa pê gotî didetê. Piştî ku ev tişte aşkira bî Mehmûdê xulam û li gel wî Qeşeyî pêke radibin ji wê bardiken malêt xwe tîne ser gundê Bêrmanê û li wêr pêkve xwecih û akinçî dibin. Qeşûrî  hemî yê bidûv wî Memûdê zavayê qeşe Xewşaba ewê ku neql nav digotê: Qeşe Hûro yêt ketîn û ji wêrê yêt belav bîn.  
Min ev çend zanîn û agehiye yê ji devê mela Mehmûdê Pîrosî, ji Keleşê salihê pîrhesinî, ji Heyderê pîrhesinî û hecî Mihemedê Gêndelê Bilêlî, Ehmedê Salihê Xîdrê pîrhesinî, Mistefayê Mihoyê Mêrktkiyê Jirkî û ji zar devê gelekêt dî jî yêt guhlê bîn û wergirtin Rehma Xudayê Jorî li wa hemiya bît Amîn. 

Gundê Bate:

Gundê Bate dikevîte ber dehmenêt çiyayê Katoyî li hîza Deryê Zêriyê, bi rex gundê Pirosa ve. 
Berê gundê Bate bi ser Qeza Elkî (Beytüşşebapê) herema Hekarê ve bû. 
Belê li sala 1991êkê Elkî, ya birye ser parêzgeha (wîlayeta) Şernexê. 
Bate gundekî ber fireh û bêhn xweşe, li demê mirov berê xwe didete dîmenêt gundê Bate ewêt ku bidarûbar û şînkatiye xwe gelek diciwan û rengîn çavêt mirovî jê venabin.
Gundê Bate gundekî befrîne, belê li herçar danêt salê hewayê gundê Bate gelekî xweşe, hindîbêjî ava kehniyêt gundê Bate ya teziye qet mirov jê têr nabît. 
Ji kevin da xelkê herêma Hekarê xûyanî û biyaniya bi çavekî gelekî mezun û giran biha, nexasms ji layê dînî da li ser xatira mela Hisênê Bateyî berê xwe dida gundê Bate, heta vê viyana mela Hisênê Bateyî wesa te’sîr ya li wa kirî hata vêgavê jî hêj gelek bi mela Hisênê Bateyî û gora wî sûndixwen û hawar dikenê…!!! 
Nave gundê Bate yê guhorî, niha bi Tirki dibêjinê ‘’ Güney Yaka’’  anku pesarê jêri.
Gundê Bate berê ji gundêt Pirosetiyê dihate hejmartin, hîngê gava di got: Pîrosetî anku re’iyeta mîrê Hekarê: Pîrosa, Bate, Hemka, Melêsê, Zevya, Elkî, bilbês û Gelejêr, hîngê ev gundêthe hemî gundêt Pîrosetiyê dihatine hejmartin, hemi bi timamî bi mirgeha Hekarê (Colemerge) ve digirêdayî bin, di ferman û hukmê mîrî da bin. 
Heta gelek pîremêrêt me digot: Berê gundê Bate bersivka gunde Pîrosa bû, anku taxek ji gundê Pirosa dihate hejmartin. 
Nê di hîngê da mirova muhtacî bi mirova û êkûdu hebû, nexasima wî zemanî gundêt nêzîk û cîranêt êkûdu, yêt kêm xwe di da li gel yêt boş, hemiya pêvke û li gelêk xwe diparast û sitare dikir. 
Heta berê gundê Pîrosa, gundê Bate û gundê Hemka muxtarê va hersê gunda êkbû. 
Heta Seydaye mela Hisênê Bateyî jî (Rehma Xudê lê bît), ji ber gundê Pirosa ew bi navê mela Hisênê Ertuşî yê navdar bî li gelek cih u welata dinav kurda da. 
Çunku bapîrkalkê Pîrhesiniya (Pîrosiya) yê pêşîn anku Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî vehewha û re’iyeta mîrê Hekarê bû û ji kevinda li nav ‘eşîreta Ertuşiya da yê akincî û xwecih bî, ji ber vê hindê Pîrosî jî babkekî ‘eşîreta Ertuşiya têne hejmartîn, heta ew bişahid û îzbad Ertuşiyêt kevn û qedîmin, çunku eve berî (600) şeşset sala pitire ew ji nav Biradosta başûrî welatî yêt hatîne vê herêma Hekarê li Beytuşşebabê 
Bo nimune Mamosta Zeyneddin Amedî, di kitêba xwe da ewa bi navê: (Behcetul-Enam) da, ewa ku ravekirin u şerha Mevlîda Bateyî ye, ew li demê tête ser van herdu malkên dûmahîkê ji Mewlî da Bateyî:
Bocemî’ê mûslimîn û salîha
Bo feqîrê Bateyî el-fatîhe
Ew nav û nîşanêt Seydayê mela Hisênê Bateyî, bi nivîsîna ezmanê ‘erebî di wê pirtûka xwe da hosa dinivîsît û dibêjît: 
وهو الامام حسين الشافعي الارتوشي الهكاري عليه رحمة الباري
ِAnku: Ew Huseyinê pêşeng Şafi’iy Ertuşiyê Hekarî ye Rehma Xudê lê bît.  
Hejî gotinêye bêjîn: Mela Hisênê Bateyî û mela Ehmedê birayê wî ewê ku ji wî yî mezuntir bû (Rehma Xudê Jorî li wa bît) herduka li gundê Pîrosa li Mizgefta taxê berkevrê gelek sala melatî ya kirî û heta wa gele sala jî tê da ders yêt dayîne feqiya û tedrîsat ya kirî.
Babê mela Hisênê Bateyî; Sofî Mistefa eve berî çendesd salaye yê ji nav herêma Botan ji gundeki ku dibêjinê; gundikê (Baltuyan) li dora çiyayê cudî nêzîkî Şernexê yê rabî, bi mişextî ji wêrê yê mihacir bî û çûye başûrî welatî herêma Zaxo li nav Mamêzdîna li gundê dibêjinê Bazingirê çend sala yê maye li wêrê. 
Ew der bi dilê wî nebiye, paşê li serê biharekê ew radibît li gel kuçera û revendêt dora Zaxo tête zozana û ew li vî gundê niha dibêjinê: Bate di mînît û li wêderê akincî dibît. 
Sofî Mistefayî çar kur hebin: Hisên, Ehmed, ‘Usman û Mihemed.
 Xudê Hisên anku (mela Hisênê Bateyî) yê li wêderê (li gundê Bate) yê dayî li sala 1417-1495 zayini. 
Li dûv gotina mela Mihemedê ‘Elêyê Qewalî, Mela Hisênê Bateyî kurek û du kiç hebin: Tahir, Asimîn û Zûlf.
Eve navêt çend binemalane ewêt ku ji dûndeh û zuryeta mela Hisênê Bateyî û birayêt wî li ser gunde Bate û li gundê Qewalê. 

1- Binemala Evdilayî (‘Ebdullahî):
Anku mala Letîf û mala Se’doyî
  Ev herdu binemale ji kinîta mela Ehmedê birayê mela Hisênê Bateyî ne.

2- Mala Mela Hamid:
Hejî gotinêye bêjîn: Binemaleka mezun ji zuriyeta mela Hisênê kurê mela Tahirê kurê Mela Hisênê Bateyî ya li Lêwînê li gundê Qewalê dibêjine wa: ‘’Mala Mela Hamid’’, eve heta gelek zana û ‘alimêt navdar yê ji wa rabîn, wekî: Mela Hamid, mela ‘Elî  û mela Salih.

3- Binemala Hesen:
 Mala Mela Ye’qûbî û mala Mela Mihemedî, ev herdu binemale ji layê kiça da digehine mela Hisênê Bateyî.

4- Binemala Piroyê: 
Mendka anku mala Mihemed Şembî û mala Hamoyî ev herdu binemale digehine dûndeha Bana kiça Zulfê, anku Zulfa kiça  Mela Hisênê Bateyî, ev binemale di ‘eslê xwe da digehne Goyan.

5- Binemala Kerra
Eve herwekî mela Mehmûdê Bilêlî (rema Xudê lê bît) gotî:  Ji gundê Bate ew binemala dibêjinê: Mala Kerra, ew yê ji rexê Zaxo ve hatîn, di ‘eslê xwe da ew Sipêrtî ne. 
Mala Kerra binemaleka kevn û qedîme li gungê Bate.  
Binemala dibêjinê mala Faroyî û mala Kerra digehine êk. Dibêjin li zivistanekê marek ketibû di nav cerê rûnî mala Kerra da li ser şîvê hemî pê dimirin êk bitinê jê dimînîte sax. 
Mala Kerra û mala malxwê (ji gundê Pîrosa) xal û xwarzayêt êkin, ewê maye sax ji mala Kerra mala malxwê yê birye nik xwe û yê xudankirî.
Herdîsa ji gundê Bate ew binemala dibêjinê: ‘’Mala ‘Eceman’’ ew ji berê de yê ji rexê İranê ve yêt hatin û li gundê Bate yêt akincî û xwecih bîn. 
Ji gundê Bate babê hecî Sebrî Letîf li nav mala Îsma’îl axayê giravî bû, ji Bateya ew bitinê yê li gel wa çûye şerê Geliyê Tiyarê.
Li demekî hinde malêt Giraviya hatibine Gundê Bate, wa Giraviya li berbû li wê derê xwe cih bin, wa gelek zulim û te’dayî li Bateya dikir ji gelek lave. Milkê wa bihîle û mişkanê berzeftê xwe dikir, heta nihejî hêj hindek ji wa zevya Girasvî di bêjîn yêt me. Îsivê keleşê Pîrosî bi vê hindê diheshît, ew gelek ‘aciz dibît; radibît bi bireka mirovêt xwe ve diçine Gundê Bate, li ser kehniya nîveka gundê Bate gazî wa Giraviya hemiya diket, ew di bêne wa Giraviya divêt hûn bizûtirîn dem malêt ji vêrê barkrn û herin, heke dê pîs qewimît û gelek gef û gura li wa diken. Ew Giravî mecbûr dibin radibît malêt xwe ji gundê Bate bardiken û diçin.
Gundê Bate nêzîkî (160) sed û şêt malane, bahrapitir nexasima li sala 1990ê gunê xwe yê berdayî hema (20-25) malek yêt mayîne li ser gundê anku li ser gundê Bate. Hindek ji Bateya  yêt çûyîne: Colemêrgê, Çemanê, Silopiya, Wanê, Edena, mêrsînê û Entalya û gelek cihêt dî jî.
Rêka ‘ereba li sala 1987ê ya hatiye gundê Bate.
Ceyran lisala 1988ê ya hatiye gundê Bate.
Şebeka avê li sala 2004ê ya li nav gundê Bate ya belav bî.
Fere bêjin ku ji gundê Bate gelek ‘alim û zana hej berê da yêt rabîn eve herweki: Seydayê navdar û meşhûr mela Hisênê Bateyî, mela Ahmedê birayê mela Hisênê Bateyî, dibêjin, ew jî gelekî navdar bû. mela Mihemedê kevin, mela Tahir, mela ‘Ebdullah, mela Hamid, mela Mihemed ‘Elî, mela Îsif, mela Ye’qûb, mela Se’dî, mela Ehmed, mela Mihemed, mela Reşîd, mela Salih, mela Xurşidê kurê Dirbaz mela Salihê Qewalî (Bateyî), mela Qadir, mela Cemal, mela Zekî, mela ‘Arif, mela Weysî, mela Îsmet, mela Selîm û mela Muslim. 

Gundê Hemka

Binemala Qadoyî jî ji gundê Pîrosa yêt çûne ser gundê Hemka û li wêrê yêt mayn û xwecih bîn.
Hejî gotinê ye bêjîn Hemkayêt dî hindek yê ji Navkurê başûrî welatî nêzîkî Duhokê ji gundê Şemka yêt hatîn, ew jî ji rêve yêt hatîne gundê Pîrosa paşê ji wêrê yêt çûyne ser gundê Hemka û gundê Hemka wa jirêve yê avakirî, hindek jî anku sê bira yê ji nav Mamêzdîna mizûriya yêt hatîne gundê Pîrosa, êk ji wa yê maye li gundê Pîrosa li taxê aşka yê xwe cih bî, êk jî yê çûye gundê Anîtosê yê maye li wêrê û yê dî jî yê çûye ser gundê Hemka li wêrê yê akincî bî, ew birayê çûye ser gundê Hemka wî çar kur hebin: 
Mûsê babê rostem, ‘Umer, Reşo û mela ‘Elî. 
Ev hersê birayêthe yê ji nav Mamêzdîna mizûriya hatîn di ‘eslê xwe da ‘Umerîne anku digehine îmamê ‘Umer (razîbîniya Xudê lê bît). 
Ew binemala dibêjinê mala Alan yê ji nav Alikan ji rexê Wanê yêt hatîn û mala Mîrzayî jî yê ji nav gundê Dêrahînê Goyan yêt hatîn. 
Gor û qebrek yê dinav gundê Hemka da heyî dibêjinê: Gora Weysilqerenî, Şikefta bi av li derê Dila, Şikeftagurî ewa sê helamet tê da heyîn şikefta hevşkê bizna û minasibê Kelutkê, birastî ev cend cihe hejî dîtinêne. 
Ji gundê Hemka şeş (6) kes yêt çûyne şerê Geliyê Tiyarê, heta Mistê Hacî Xama di wî şerî da yê hatiye kuştin.
Aşka berê ya Hemka bû wa ya firotiye Bilêliya.
Berê gundê Hemka bi va hersê binemala yî avabû: Binemala ‘Emerê Mihemed, binemala Hesenê Mihoyî û binemala Mihoyê Hacî; ev hersê binemala gelek dimerd û nandeh bin. 
Nihe gundê Hemka ji dused (200) binemala pitirin.
Ji ber tevger û serhidana bakur, gundê Hemak jî li sala 1994ê da yê hatiye berdan, nihe hema nêzîkî çil (40) mala yê li ser gundî heyîn.
Li sala 1940ê mizgeft li gundê Hemaka ya hatiye avakirin.
Li sala 1954ê mektebe li gundê Hemka ya hatiye avakirin.
Li sala 1964ê di gundê Hemka ra rêka ereba ya çûye bajêrê Colemêrgê, 
Gundê Hemka gundekî dême; çu kehniyêt Xudayî lê nîn.
Li sala 1987ê şebeka avê ya çûye gundê Hemka.
Li sala 1988ê ceyran ya çûye gundê Hemka.
Berê Hemka jî taxek ji gundê Pîrosa dihate hejmartin çunku çendcara ya xirab bî Pîrosiya ya avakirî. 
Hemka jî li gelek cih û welata yêt belav bîn eve wekî: Wanê, Kewaşê, Cizîrê, Geverê, Dêzê, Çemanê, Mergehê, Mêrsînê, ‘Urfayê, Ceyhanê, Entaliya, Duhokê û Mûsilê yêt belav bîn.

Hûvî û daxwazêt me! 

Ez hûvî dikem heçiyê gotinek hebît, li ser vê nivîsîn û agehiyêt min nivîsîn û dayîn; nexasima heke ku kêmasî yan jî xeletî hebin, bila ew ji kerema xwe li ser va navûnîşanêt jêrî li gel min baxivît yan jî bila bo min binvîsît û birêket: 

Mela
 Muhemmed Hakkarî
Ya destî: 05448506281
     e-mail: [email protected]

Xudayê Jorî di vê ayetê da dibêjît: 
(إِنَّ اللَّهَ لَا يُضِيعُ أَجْرَ الْمُحْسِنِينَ)
Bê şik qet çu cara Ellahu Te‘ala bedelka kar û ‘emelê qencîkera kêm û berze naket. 
(Sûreta: Tewbe,120).
 Ji meala (Ronahiya Qur’ana Pîroz) .'''Biradost''' êleke li nahiya Bradost li başûrê Kurdistanê de li ser sînorê Îran û Tirkiyê, [[Sîdekan]] û [[Lolan]] li nahiya bradostene. Li rojavayê kurdistanê jî biradost li soma bradost û mergewer û urmîe hene. [[Şerefxan]] di [[Şerefname]] de bahsa [[Mîrneşînîya Biradost]] jî dike.


{{Êl û eşîrên kurdan ên mezin}}
{{Kurt}}

[[Kategorî:Eşîrên Rojhilatê Kurdistanê]]
[[Kategorî:Hozname]]

Gundê Pîrosa yan jî Pîroza 

Ev qebîla dibêjinê Pîrosî yan Pîrozî, evêt ku nihe li bakurê welatî li herêma parêzgeha Hekarê li qeza Beytuşşebabê الشباب بيت) ) li Elkî li gundê Pîrosa yan jî Pîroza evê ku bi tirkî dibêjinê Bölücek di jîn, eve qebîle û babkeke di eslê xwe da digehne qebîla Pîrhesiniya anku ‘eşîreta Biradosta.
Hejî gotinêye bêjîn mezun û pîremêrêt gundê Pîrosa / Pîroza yêt berê bo êkudu her yê gotî û heta eve yêt nihe jî yê dibêjin: Bab û kalêt me eve berî çend sed sala ye bi mişxetî yê ji başûrê welatî ji nav herêma ‘eşîreta Biradosta ji devera Sîdekan (سيدكان) yêt rabîn û hatîn li vê herêma parêzgeha Hekarê li qeza Beytuşşebabê li gundê Pîrosa yan jî Pîroza yêt akincî û xwecih bîn.
Navê gundê Pîrosa yan jî Pîroza yê durust û rast Pîrhesnaye  (پیره سنايه)
Hejî gotinêye bêjîn navê Pîrhesna ji du gotina (kelîma) pêk têt: (Pîr) û (hesin) me’ne û ramana va herdu gotina ev e ye: li çax û demê berê kurda di gote mezun û zanayêt ola zerdeştiya (Pîr), heta nihe jî kurd dibêjine zanayêt ola êzidiya (Pîr). Belê evroke gotina (Pîr) di nav ezmanê me yê kurdî da li demê tête gotin bi me’ne û ramana mirovê rîhspî û aqildar tête gotin, çunkî hej berê da mezuna yê gotî: Bê gotina Pîrekî neçe dîwana mîrekî. Û gotina, (hesin) jî nave tête gotin ji husna ‘erebî yê hatî anku taze û ciwan. Belê ev nave jî navekî xweser yê êzidîya ne çunkî navê qebîlêt êzidîya yêt kevin dibêjinê : Hesinî, Hewêrî û Dasinî.

‘Eşîreta  Biradosta   
‘Eşîreta  Biradosta di kevîte Başûrê welatî li sêgoşeya tuxûbê îranê ,‘iraqê û tirkiy.
Hej berê da beg û axayêt eşîreta Biradota li gundê Micîser(مجيسر)  ewê ku birex bajerokê Sîdekan (سيدكان) ve diman, eve herwekî bine mala malbta Mehmud begê xelîfe ku nihe kurê wî Kerîmxan li şûna wî axayê ‘eşîreta Biradosta ye. Bine mala şêx Reşîdê Lulanî ew jî di ‘eslê xwe da Pîrhesinîne pismamêt Mehmud Begê xelîfe ne.
Bahra pitir ji mezun û rêhspiyêt qebîla Pîrhesiniya ji gundê Topizava (توَبزاوە) yêt rabîn.
Bo nimûne ji seyda û rîhspiyêt Pîrhesiniya yêt nihe disax Seyda Mela ‘ebdilqadirê Pîrhesinî û Seyda Hemîd efendî ji Pîrhesiniyêt Sîdeka kevne. Hejî gotinêye bêjin mala şêxêt Nehriyê hej berê da şêxatî ya li va gundêt Pîrhesina ya kirî.
Evêt jêrî bo nimûne navêt çend gundeka ne ji gundêt Pîrhesniya ewêt ku dikevine navça Sîdeka û Xwakurkê ji herêma ‘Eşîreta Biradosta:
Bajêrkê Sîdeka bixwe – Sîdeka kevin – Arê – Almûşa serî – Almûşa xwarê – Basekaniya serî – Basekaniya  xwarê – Benê – Biwelê – Bîrite – Bêciwana – Bîrkme – Bîroşme –bîjan – bêsût – bêsêwê -  Bêwasiya serî - Bêwasiya xwarê – Berçîxe – Pîrbeyanan – Tawke – Topizava – Curca – Çunese – Çuret – Çemelwa – Talîn –Xezne – Dasinî – Dostana – Dêrê – Derya – Sorderaw - Rûsor – Ziyaret – Jûjûle – Jêliya – Salariya – Sîpyara – Soriya – Şêwan – Şilîkan – Kanî mela – Kaniye reş – Qelîtan – Ketîne – Kejek – Kewert – gulîjke – Lewkan – Lulan – Male mela – Mawetaweya serî – Mawetaweya xwarê–Micîser- Musilok –Memedya – Holê – Harone – Hewêlan – Heyat – Hêrden -.
Ev çend gunde jî gundêt şêxzadeyêt Pîrhesiniya ne:
Dêrê (ديري ) Almûşa serî (  ئالموشا سه ر ي ) Almûşa xwarê ( ئالمووشا خواري ). 
Dibêjin Melikêt ‘iraqê di zemanê xwe da çunkî ew jî seyyid bin wa deh (10) gund ji va gundêt Pîrhesiniya yêt dayîne bine mala Seyyîd tahayê mezun yê Nehriyê, ew gund jî evêt jêrîne:
)ژووژیله ) Jûjûle (بنىBenê ( )بيروَشمهBîroşme ( )بيجوانا( Bêciwana ( )بوَليBiwelê 
).ديري)Dêrê  (بیرتهBîrite ( )گولیژگه gulîjke(  )هيردەن) Hêrden ( يسيو bêsêwê(
Bahra pitir ji va gunda di valane, kavil û xirabe yêt mayîn. Piştî serhildan Simkoyê Şikakî li rojhilata welatî şeltixî û têkçûyî hinde mal ji ‘eşîreta şikaka yêt mihacir bîn û yêt hatîn li ser hindeka ji va gundêt Pîrhesiniya yêt cihwar bîn. 
Heta dibêjin li va sala mala Barzan jî diviya hinde malbatêt ‘ereb bine ser hindeka ji va gundêt Pîrhesiniya belê mezunêt ‘Eşîreta Biradosta rê neda û ev hinde qebûl nekiriye.  
‘Eşîreta Biradosta ji va qebîle û babkêt jêrî pêktêt:
1-Begzade, di ‘eslê xwe da Pîrhesinîne, beg, axa û şêxêt ‘eşîreta Biradosta her yê ji wa rabîn û ew ji va herçar gundêt navça Pîrhesiniyane:
).      مجيسر) û Micîser (بيركمه ) , Bîrikme (قليتان) , Qelîtan (لولان  Lulan (
Heta xelîfêt şêx Reşîdê Lulanî jî yêt ji rêve yê ji nav va gunda rabîn.
2-Pîrhesinî, ew ji xwe cihiyêt wê herêmê ji hemiya di kevintirin, ew li qeza Sîdekan û li rex û doranêt Sîdekan di akincî û xwecihin.  
3-Xwakurkî, xwe cihiyêt herîma xwakurkê ne, ev herêma Xwakurkê  
dikevîte sêgoşeya asê ya tuxûbê îranê ‘îraqê û tirkiyê, bi rex qeza Şemzîna ve.
4- Rawandok, dikevine herêma Deşthêretê (دشت هيرت), li vê navçê ew bi jîn û jiyareka koçerî dirêjiyê didene jîn û jiyara xwe. 
Fere bizanin ‘esil û bineta ra vê ‘eşîreta Biradosta eva ku li başurê welatî dijîn, hema ji kevin da ew xwecihî û akinciyêt wêrê ne, nihe bahra pitir ji wa yê li bajerokê Sîdekan (سيدكان) ewê ku ser bi qeza Diyana ve girêdayî parêzgeha Heblêrê yêt akincî û xwecih bîn. 
Belê çeq û tayêt vê ‘eşîreta Biradosta li gelek herêm û welatêt dî jî yêt belav bîn; eve li îranê ,‘îraqê , tirkiyê û ezirbêcanê jî gelek qebîle û babkêt ji vê ‘eşîreta Biradosta yêt heyîn. 
Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî li gel du birayêt xwe navê êkî ‘umer û navê yê dî jî Muhemmed bu ji nav herêma ‘eşîreta Biradosta ji devera Sîdekan (سيدكان) yêt rabîn û mişext bîn, çend saleka li nav ‘eşîreta Zêbariya yêt bîne xwe girtiyêt Mehmud axayê Zêbarî. Paşê ji wêrê yêt rabîn û hatîne Zaxo, heta dibêjin taxê Kêstekê ji bajêrê Zaxo wa yê avakirî, paşê ji wêrê jî ev her sê bira yêt rabîn û hatîn bi fermana mîrê Hakarê yê hîngê li ser vî gundê dibêjinê Pîrosa yan jî Pîroza yêt akincî û xwecih bîn. Şêx ‘eliyê Pîrhesinî li gel birayê xwe ‘umerî ew herduk yêt mayne li ser vî gundê Pîrosa yan jî Pîroza, ‘umer li gel birayê xwe Şêx ‘eliyê Pîrhesinî ‘emrê xwe li wêrê yê borandî û heta ew li wêrê jî yê mirî, (Rehma Xudayê Jorî lê bît). 
Birayê wa yê dî şêx Muhemmed ew di zivirît û diçîte ve başûrê welatî li gundê Kêste(كيسته)  dimînît û ew jî li wê derê akincîdi bît. 
Din nav gundê Pîrosa yan jî Pîroza da li taxê berkevrê goristana vî şêx ‘Eliyê Pîrhesinî û mizgefta wî jî ya hey û gora wî bi xwe jî ya li rexê goristanê bi rex Mizgeftê ve ya bin kelekekê ketî! Li nav xelkê vê herêmê ev goristana şêx ‘Eliyê Pîrhesinî hej berê da bi navê (Meqbera Ş’ex ‘Eliyê Pîrhesinî) ya navdare.
Ev şêx ‘Eliyê Pîrhesinî piştî mirna xwe şeş (6) kura li dûv xwe di hêlît navêt wa eve ne: Malxwê, Rendo, Tajdo, Xemuşîn, neql nav digotê: Şîno, Ehmed, neql nav digotê: sofî, Serkur. Piştî mirna şêx ‘Eliyê Pîrhesinî du kurêt wî anku Serkur û Sofî radibin malêt xwe ji gundê Pîrosa yan jî Pîroza bardiken ew jî di çine Başurê welatî; Serkur diçîte herêma Zaxo li gundê Boselê   (بوصه لي) di mînîte li wêrê û li wêderê akincîdi bît. Hejî gotinêye bêjîn: Seydayê binav û deng Salih yusifî ji dûndeha vî Serkurê kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ye, nihe li gundê Boselê ji kinête û dûndeha vî Serkurî qebîleyeka gelek mezun ya hey, dibêjinê qebîla serkura. Kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî Ehmed ewê neql nav digotê: sofî ew jî diçîte gundê Kêste(كيسته)  li dev mamê xwe şêx Muhemmedê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî di mînîte li wêrê û ew jî li wêrê akincî dibît. Kurekî vî şêx Muhemmedê navê wî ‘eliye ji gundê Kêste diçîte ser gundê Hirorê (هروري) bi malve dimînîte li wêrê, heta gora vî şêx ‘eliyê kurê şêx Muhemmedê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî dinav gundê Hirorê da hêj heta nihe jî ya diyar û berçave. 
  Ev qebîla Pîrhesiniya evêt li qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) anku li Elkî li gundê Pîrosa yan jî Pîroza dijîn hejmara wa geleka boşe hindî bêjî ew di welat perwerin, wa ji ber rewşa serhildana bakur li bihara sala 1999 ê gundê xwe yê berdayî, nihe 20/30 malek yêt mayîne li ser gundî, yêt dî hemî yêt belav bîn çûyine bajerokê Elkî, bajêrê Colemêrgê, Geverê, Wanê, Başkala, Şernexê, Cizîrê, Silopiya, Edena, Mêrsînê.
Seydayê binav û deng Muhemmed Merdoxî Kurdistanî (Mihabadî) 
1885 -1975 ê di kitêba xwe da ewa ku binavê: Tarîxa kurd û kurdisatan
 ( تاريخ كرد و كردستان) li demê ew behsê ‘Eşîreta Ertoşiya diket dibêjît: ‘Eşîreta Ertoşiya ji va qebîle û babka pêk têt: ‘Îzdîna. Mirzkî. Mamereşa. Mamenda. Alan. Pîrozî. Jirkî. Şîdan. Mamxura. maweşiyan. Şerefan. Mamedan. Gewdan. Zifkî. Zêdekî. Havican.ٍ
Seydayê navdar Muhemmed Emîn Zekî Beg jî di kitêba xwe da ewa binavê: Xulaset tarîx Kurd we Kurdistan (خلاصة تاريخ الكرد وكردستان) da dibêjît:
Ertoşî. Ev qebîlahe geleka mezune û gele gundêt wa jî yêt heyîn, çeq û babkêt ev ‘eşîrete jê pêk têt evêt hene: ‘İzedînan. Mirzkî. Mamereş. Mamend. "Yezîdîye". Pîrozi. Jirîkî. Şîdan. Mamxor. Xawistan. Mamedan. Gewdan. Zîwekî. Zifkî ne. 
)موسوعة شاملة عن قبائل الكردMewsu’a Şamîle ‘en-Qebaîl-ul-kurd (
‘Eynen ew jî bi vî şiklê berî nihe me nivîsî ji ٍSeydayê navdar Muhemmed Emîn Zekî Begê wer digirît û neqil diket.
Di kitêba El-Qebaîl-ul-kurdîye fî-împiratorîyet-il-Osmaniye:
 (القبائل الكوردية قي الامبراطورية العثمانية ) ewa ku nivîskarê Îngîlîzî yê navdar: Mark Sykes (مارك سايكس) 1879- 1919 ê nivîsî, evî nivîskarê navdar di vê kitêba xwe ya navbirî da behsê qebîle û babkêt ‘eşîreta Ertoşiya diket û dibêjît: ‘Eşîreta Ertoşiya ji va qebîle û babka pêk têt: Êzdînan. Mirzkî. Mamreşa. Mameda. Alan. Pîrozî. Jirkî. Şîdan. Mamkur. Xaviştan. Şerefan. Mamedan. Gewdan. Zêdkî. Zifkî (Zêwkî). Havcan (Hacan). Heta ev nivîskarê navdar di vê kitêba xwe da dibêjît: Hîngê (anku bitexmînî berî sed sala) gundê Pîrosa/Pîroza yî avabu şêst (60) malêt Pîrosî (Pêrhesinî) lê dijîyan û jîn û jiyara wa li ser çandina tûtinê bu. 
Di kitêba Zaxo el-Madî we Hadir : ( زاخو الماضي والحاضر) ya mamostayê hejî û berketî: Se’îd El-Hac Ez-Zaxoyî jî da, behsê vê hindê yê hatiye kirin; anku wî jî di wê kitêba xwe da yê aşkirakirî û nivîsî ku Pîrosî/Pîrozî jî ‘eşîretin. 
Mela. Muhemmedê Hekarî