Revision 480023 of "Dîndar Koçer" on kuwiki'''Dîndar Koçer''' kurrê [[Ehmed Hemo Hacanî]] ye, Li 24 [[Nîsan]]a 1980 li [[gund]]ê [[Kanî Spi]]yê li parêzgeha [[Duhok]]ê ji dayîk bûye. Li [[enfal]]a behdînan ya 25-8-1988 di temenê 8 salî li gel [[malbat]]a xwe koçberî [[Bakurê Kurdistanê]] dibe li kempa penaberan li [[Amed]]ê bi cih dibin. Ji ber rewşa xerab ya li kempê malbata wî carek din koçber dibe û li [[Atîna]] yê [[paytext]]ê [[Yewnanistan]]ê bi cih dibin, Dîndar li wir xwendina xwe ya seretayî û navendî bi [[Zimanê yewnanî|zimanê Yewnanî]] diqedîne. [[Sal]]a 1997 Dîndar li gel malbata xwe li welatê [[Holand|Holenda]] bi cih dibe. Sala 2003 Dîndar bawernameya derhêneriya [[televîzyon]]ê li ‘’Media Akademie’’ ya bajêrê [[Hilversum]]ê bi dest xist. Ew li studio ya [[Kurdistan TV]] ya [[Ewropa]] kar dike wek pêşkêşker û bernamên documenterî ji amadekirine. Ew yek ji avakerên Yeketiya Qûtabiyên Kurdistanê- Liqa Europa ye ko sala 2002 li Holenda hate damezirandin ko niha ew serokatiyê dike. [[Kategorî:Mêr]] [[Kategorî:Kurd]] [[Kategorî:Jidayîkbûn 1980]] All content in the above text box is licensed under the Creative Commons Attribution-ShareAlike license Version 4 and was originally sourced from https://ku.wikipedia.org/w/index.php?oldid=480023.
![]() ![]() This site is not affiliated with or endorsed in any way by the Wikimedia Foundation or any of its affiliates. In fact, we fucking despise them.
|