Revision 480554 of "Agirî Soran (Ercan Ay)" on kuwiki'''Agirî Soran ''' (* 1976 li Qesirbelek) nivîskarekî kurd e. Agirî Soran di sala 1976 de li gundê [[Qesirbelek]], girêdayî [[Nisêbîn]] a ya ser bi Mêrdîn ê ve hatiye dîne. Agirî Soran di sala 1991 an de tevlî refên Gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistan [[PKK]]ê bû. 3 mehan di koma ewlekariya Rêberê PKK ê [[Evdille Ocalan]] de cîh girt. Di sala 1992, 15 ê meha Tebaxê çûye çiyayên Kurdistanê. Heta meha Sibata 2002 an bi awayekî çalak û aktîv di nava refên Gerîllan de cîh girt. Di nava van salan de bi gelek awayî beşdarî şer û çalakiyan dibe û di gelek astan de bû xwedî erk. Di vê dema şer de jî bi zimanê Kurdî û bi çanda Kurdî re mijûl dibû. Di Sibata sala 2002 an de hate Ewrûpa, [[Elmanya]]. Li Elmanya bi karên aborî re gelik karên cûrbecûr yên Kurdewarî bi derfetên xwe yên kesane pêş xistin. Xebatên Agirî Soran yên ku pêş xistin; * Malpera çandî,hunerî û wêjeyî ya Kurdî gelavej.com ev malper di sala 2010 ê de bo navê rewanbej.com hate gûhertin. * Di sala 2006 ê de firoşgeha Kurdî ya li ser torê vekir. kurdewari.com wekî firmayekî fermî li dar xist û hetanî neha jî ev kar berdewame. * Wekî din jî gelik malperên cûrbecûr vekirin. *Di sala 2010 ê de Radyoyekî Kurdî ya li ser înternetê vekir. [[Kurd FM|Radyoya KurdFM]] di demekî kin de xwe gihande girseyên mezin. Meha 6 an sala 2010 ê cara yekem APP a Kurdî ji aliyê Agirî Soran ve ji bo radyo Kurd FM hate amadekirin. Appa Kurd FM weşana radyo ya li ser Iphone, Ipod û Ipad ê ye. * Di heman demê de di warê karê aborî de jî hewil da ku yekgirtinekî di navbera karmendên Kurd de çêbike û vêya wekî destekekî karên çandî binirxîne. * Neha jî karên çandî û hûnerî bi lezgînî berdewam dike, Amadekirina Konserên Kurdî, Nivîsandina pirtûkan û gelik karên dîtir yên di deste de ne. * Pirtûka xwe ya yekem bi navê - Janistan, Çîrokên Şer- hate çapkirin lê mixabin wekî pirtûk nekarî belav bike. * Neha jî pirtûka xwe ya dûwem dinivîse. * 20.01.2011 ê bi çend hevalên xwe re Hêvî Group-Koma Hêvî ya Kurdewarî ava kirin. Hemî karên û projeyên xwe yên ku pêşde birî û nû ava dikê di bin rêvebiriya Hêvî Group de berhev kir. [[Kategorî:Nivîskarên kurd]] [[Kategorî:Mêr]] [[Kategorî:Jidayîkbûn 1976]] All content in the above text box is licensed under the Creative Commons Attribution-ShareAlike license Version 4 and was originally sourced from https://ku.wikipedia.org/w/index.php?oldid=480554.
![]() ![]() This site is not affiliated with or endorsed in any way by the Wikimedia Foundation or any of its affiliates. In fact, we fucking despise them.
|