Revision 487358 of "Pûng" on kuwiki

{{Taxobox
| name = Pûng
| image = Mentha pulegium.jpg
| image_width = 200px
| regnum = [[Plant]]ae
| divisio = [[Riwekên kulîlkdar|Magnoliophyta]]
| classis = [[dicotyledon|Magnoliopsida]]
| ordo = [[Lamiales]]
| familia = [[Lamiaceae]]
| genus = ''[[Mentha]]''
| species = '''''M. pulegium'''''
| binomial = ''Mentha pulegium''
| binomial_authority = [[Carolus Linnaeus|L.]]
}}
'''Pûng''' gihayekî çolê yî bi bihîn e. Wekî [[nane]], [[tihtavik]] ûêd cureyek ji [[pûjan]]ê ye. Pûjan navê koma vê riwekê ye ku ji [[famîleya gezika derewîn]] e. Bêhna wê hilma mirovan vedike. Ku meriv ev gîhayî bicû devê merivan hênik dibe. 

Du cureyên xwe hene:
*[[Pûnga zinaran]]
*[[Pûnga aviyan]]

[[Kategorî:Riwek]]
[[Kategorî:Pûjan]]
[[Kategorî:Famîleya gezika derewîn]]
[[Kategorî:Biharat]]

'''Agahdariya zêde'''

Pûng, pîng

Mentha Piperita ''(ya rastî mentha pulegium e?)''
 
Pûng giyayek bêar e. Ji cihên sîber û hêwî hez dike. Li ber lêvên coyan û çeman xwe bixwe hêşîn dibe. Lê çandina wê jî tê kirin. Linav baxçan û li eywanan jibo bênxweşî, lawînî, baharat û jibo mêş nekevine hundurê malê, tê çandin.Bejna wê 30- 100cm bilind dibe. Belgên wê keskê tarî û rexênwan xetxet in. Di meha tîrmehê de kulîlkan vedike, kulîlkên wê wek leylank peyazî û sipî ne.  30 cûreyên wê hene. Tovê wê qahweyî ye. Devera bikevê lê şîn tê, lewre di demek kurt de dera lê bê çandin, rehên xwe berdide û pir dibe.
 
Dîrok û welat: Di medenîyetên Yewnan, Roma , Misir, Med, Asûr û Babiliyan de, belgên wê jibo derman, bêhnxweşî û tamxweşkirinê dihat xebitandin. Salên 1800 an de Ewropiyan birine Amerîka û çandiniya wê kirine û hêjî jibo benîşt, macûna diranan, parfûm û dermanan, nebatekî herî berbiçav e. Welatê wê nayê zanîn, lê li her deverê cîhanê hêşîn dibe.
 
Berhevkirin:Berî kulîlkan bide bi çiqan ve tê birîn. Bi qevdikên ne şidîyayî di cihek sîber û hewagir de tê hişkkirin. Paşê tê hûrkirin û di firaxek cam, an jî tûrek caw de, bi devgirtî tê parastin. Di salê de 3- 4 caran mirov dikare 2,5cm ji erdê bilind biqusîne. 
 
Têdahî: Mentol, menton, Jasmon, rûnênfirok,tanen, reçîne, esansa giya ya dijwar, şekir, madeyên tahl, sîneol, cûreyên pîpenan, madeyên organîk, protein, karbonhîdrat, vîtamîn A- B1- B2 – B3.
 
Kêrhatî: 1- Hezmê hêsan dike. 2- Gazê dibire. 3- Têrnekirina mêlakê (kezebê) diedilîne. 4-Herikîna sefrayê normal dike. 5-Êşên mexde ( mad) dibire. 6- Danûstandina bêhnê sanahî (hêsan) dike. 7- Bandorek erênî jibo kuxuk, bronşît, girîb û astimê heye. 8-Damaran bihêz dike. 9- Jibo aramandina (rehetkirin) kelecan (heyecan) û tirsê baş e. 10- Vereşînê (xelihandinê) dibire. 11-  Bandorek baş li ser mîgren, bêxewî, serêşê  dike. 12- Dil bihêz dike.13- Nerehetiyên lêdanên dil yên ji hêrsbûnê tên dibire. 14- Li nîk zilaman bêixdîdariyên ji ruh tên radike 15- Şîrê dayîkê zêde dike. 16- Êşên ketina kincan dibire. 17- Ji havêtina kirm (kurm) ên nav rûvîkan re dibe harîkar. 18- Destavê xweştir diherikîne. 19- Hiş û bîrmendiyê bihêz dike. 20- Agir dadixe. 21-Enerjiyê dide. 22- Westîyanê dibe.
 
Nexweşî: Jibo nexweşiyên serêş, êşên bawîbûnê, astim, bronşît, kuxik, grîp, kevirên zirav, nexweşiyên mêlakê, sistît, sara, li ba zilaman ji bêixdîdariyên pisîkolojîk re tê bêşniyarkirin.
 
Karanîn:  1- Çayê 2- mesaj 3- Komperz 4- Xwarin 5- Selete.
 
Çayê: 1- Kevçîyek şêranî pûnga hûrkirî bikin nav qedehek avê, ava kelandî berdin ser bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û rojê 3 caran piştî xwarinê vexwin.  Yên bixwazin dikarin bi hinek lîmon û hingiv tamxweş bikin. 2- Du kevçiyên xwarinê pûngê bikin nav 05 l ava kelandî, bila seetekê dinav dema xwe de bimîne, paşê biparzinin hinek hingiv û nîv limonê berdin nav û rojê 4 caran qedehek çayê jê vexwin. Lê kesên ku di madê wan de brîn û gastirît heye, divê pir venexwin. Jinên dugiyan (hamile) jî divê venexwin.
 
Masaj: 3-4 kulmên pûnga ter (taze) bikin nav lîtrek dohnê zeytê, bila hefteyekê bisekine, paşê biparzinin û bikin şûşekî devgirtî û hilînin. Jibo êşa mîgren, esab, kabik û bawî bikarbînin û pê bifirkiînin. Her weha hûn dikarin masaja normal jî pê bikin.
 
Komperz:  Du kulmên pûngê bikin nav 05 l ava germ bila 4 seetan bisekine, paşê biparzinin, patekê (pot-kinc-cil-paç) tê de şil bikin û danin ser cihên diêşe. Xasma jibo serêşê dermanê herî kêrhatî ye.
 
Xwarin: Hûn dikarin pûngê wek bexdenoz hûr bikin û bikin ser hemi cûreyên xwarin, birûş (şorbe) û seletan.  Her weha jibo bîhnên nexweş yên ji dev tên, hûn dikarin çend pelên pûngê bicûn an jî bixwin. Wê  nexweş winda bibe.

17/10/08 

Çavkani: Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar

[[ang:Dƿeorgedosle]]
[[ar:نعناع برّي]]
[[ca:Poliol]]
[[ckb:پوونگە]]
[[de:Polei-Minze]]
[[en:Pennyroyal]]
[[eo:Pulegio]]
[[es:Mentha pulegium]]
[[fa:پونه (گیاه)]]
[[fi:Puolanminttu]]
[[fr:Menthe pouliot]]
[[gl:Poexo]]
[[glk:کوتکوتو]]
[[hsb:Dźiwja mjetlička]]
[[hu:Csombormenta]]
[[it:Mentha pulegium]]
[[ja:ペニーロイヤルミント]]
[[ka:ომბალო]]
[[nl:Polei]]
[[pl:Mięta polej]]
[[pt:Poejo]]
[[ro:Busuiocul cerbilor]]
[[ru:Мята болотная]]
[[sr:Метвица]]
[[tl:Mentha pulegium]]
[[tr:Yarpuz]]
[[uk:М'ята блошина]]
[[zh:唇萼薄荷]]