Revision 657513 of "Biradost" on kuwiki

'''Biradost''' êleke li nahiya Bradost li başûrê Kurdistanê de li ser sînorê Îran û Tirkiyê, [[Sîdekan]] û [[Lolan]] li nahiya bradostene. Li rojavayê kurdistanê jî biradost li soma bradost û mergewer û urmîe hene. [[Şerefxan]] di [[Şerefname]] de bahsa [[Mîrneşînîya Biradost]] jî dike.


{{Êl û eşîrên kurdan ên mezin}}
{{Kurt}}

[[Kategorî:Eşîrên Rojhilatê Kurdistanê]]
[[Kategorî:Hozname]]

Gundê Pîrosa yan jî Pîroza 

Ev qebîla dibêjinê Pîrosî yan Pîrozî, evêt ku nihe li bakurê welatî li herêma parêzgeha Hekarê li qeza Beytuşşebabê الشباب بيت) ) li Elkî li gundê Pîrosa yan jî Pîroza evê ku bi tirkî dibêjinê Bölücek di jîn, eve qebîle û babkeke di eslê xwe da digehne qebîla Pîrhesiniya anku ‘eşîreta Biradosta.
Hejî gotinêye bêjîn mezun û pîremêrêt gundê Pîrosa / Pîroza yêt berê bo êkudu her yê gotî û heta eve yêt nihe jî yê dibêjin: Bab û kalêt me eve berî çend sed sala ye bi mişxetî yê ji başûrê welatî ji nav herêma ‘eşîreta Biradosta ji devera Sîdekan (سيدكان) yêt rabîn û hatîn li vê herêma parêzgeha Hekarê li qeza Beytuşşebabê li gundê Pîrosa yan jî Pîroza yêt akincî û xwecih bîn.
Navê gundê Pîrosa yan jî Pîroza yê durust û rast Pîrhesnaye  (پیره سنايه)
Hejî gotinêye bêjîn navê Pîrhesna ji du gotina (kelîma) pêk têt: (Pîr) û (hesin) me’ne û ramana va herdu gotina ev e ye: li çax û demê berê kurda di gote mezun û zanayêt ola zerdeştiya (Pîr), heta nihe jî kurd dibêjine zanayêt ola êzidiya (Pîr). Belê evroke gotina (Pîr) di nav ezmanê me yê kurdî da li demê tête gotin bi me’ne û ramana mirovê rîhspî û aqildar tête gotin, çunkî hej berê da mezuna yê gotî: Bê gotina Pîrekî neçe dîwana mîrekî. Û gotina, (hesin) jî nave tête gotin ji husna ‘erebî yê hatî anku taze û ciwan. Belê ev nave jî navekî xweser yê êzidîya ne çunkî navê qebîlêt êzidîya yêt kevin dibêjinê : Hesinî, Hewêrî û Dasinî.

‘Eşîreta  Biradosta   
‘Eşîreta  Biradosta di kevîte Başûrê welatî li sêgoşeya tuxûbê îranê ,‘iraqê û tirkiy.
Hej berê da beg û axayêt eşîreta Biradota li gundê Micîser(مجيسر)  ewê ku birex bajerokê Sîdekan (سيدكان) ve diman, eve herwekî bine mala malbta Mehmud begê xelîfe ku nihe kurê wî Kerîmxan li şûna wî axayê ‘eşîreta Biradosta ye. Bine mala şêx Reşîdê Lulanî ew jî di ‘eslê xwe da Pîrhesinîne pismamêt Mehmud Begê xelîfe ne.
Bahra pitir ji mezun û rêhspiyêt qebîla Pîrhesiniya ji gundê Topizava (توَبزاوە) yêt rabîn.
Bo nimûne ji seyda û rîhspiyêt Pîrhesiniya yêt nihe disax Seyda Mela ‘ebdilqadirê Pîrhesinî û Seyda Hemîd efendî ji Pîrhesiniyêt Sîdeka kevne. Hejî gotinêye bêjin mala şêxêt Nehriyê hej berê da şêxatî ya li va gundêt Pîrhesina ya kirî.
Evêt jêrî bo nimûne navêt çend gundeka ne ji gundêt Pîrhesniya ewêt ku dikevine navça Sîdeka û Xwakurkê ji herêma ‘Eşîreta Biradosta:
Bajêrkê Sîdeka bixwe – Sîdeka kevin – Arê – Almûşa serî – Almûşa xwarê – Basekaniya serî – Basekaniya  xwarê – Benê – Biwelê – Bîrite – Bêciwana – Bîrkme – Bîroşme –bîjan – bêsût – bêsêwê -  Bêwasiya serî - Bêwasiya xwarê – Berçîxe – Pîrbeyanan – Tawke – Topizava – Curca – Çunese – Çuret – Çemelwa – Talîn –Xezne – Dasinî – Dostana – Dêrê – Derya – Sorderaw - Rûsor – Ziyaret – Jûjûle – Jêliya – Salariya – Sîpyara – Soriya – Şêwan – Şilîkan – Kanî mela – Kaniye reş – Qelîtan – Ketîne – Kejek – Kewert – gulîjke – Lewkan – Lulan – Male mela – Mawetaweya serî – Mawetaweya xwarê–Micîser- Musilok –Memedya – Holê – Harone – Hewêlan – Heyat – Hêrden -.
Ev çend gunde jî gundêt şêxzadeyêt Pîrhesiniya ne:
Dêrê (ديري ) Almûşa serî (  ئالموشا سه ر ي ) Almûşa xwarê ( ئالمووشا خواري ). 
Dibêjin Melikêt ‘iraqê di zemanê xwe da çunkî ew jî seyyid bin wa deh (10) gund ji va gundêt Pîrhesiniya yêt dayîne bine mala Seyyîd tahayê mezun yê Nehriyê, ew gund jî evêt jêrîne:
)ژووژیله ) Jûjûle (بنىBenê ( )بيروَشمهBîroşme ( )بيجوانا( Bêciwana ( )بوَليBiwelê 
).ديري)Dêrê  (بیرتهBîrite ( )گولیژگه gulîjke(  )هيردەن) Hêrden ( يسيو bêsêwê(
Bahra pitir ji va gunda di valane, kavil û xirabe yêt mayîn. Piştî serhildan Simkoyê Şikakî li rojhilata welatî şeltixî û têkçûyî hinde mal ji ‘eşîreta şikaka yêt mihacir bîn û yêt hatîn li ser hindeka ji va gundêt Pîrhesiniya yêt cihwar bîn. 
Heta dibêjin li va sala mala Barzan jî diviya hinde malbatêt ‘ereb bine ser hindeka ji va gundêt Pîrhesiniya belê mezunêt ‘Eşîreta Biradosta rê neda û ev hinde qebûl nekiriye.  
‘Eşîreta Biradosta ji va qebîle û babkêt jêrî pêktêt:
1-Begzade, di ‘eslê xwe da Pîrhesinîne, beg, axa û şêxêt ‘eşîreta Biradosta her yê ji wa rabîn û ew ji va herçar gundêt navça Pîrhesiniyane:
).      مجيسر) û Micîser (بيركمه ) , Bîrikme (قليتان) , Qelîtan (لولان  Lulan (
Heta xelîfêt şêx Reşîdê Lulanî jî yêt ji rêve yê ji nav va gunda rabîn.
2-Pîrhesinî, ew ji xwe cihiyêt wê herêmê ji hemiya di kevintirin, ew li qeza Sîdekan û li rex û doranêt Sîdekan di akincî û xwecihin.  
3-Xwakurkî, xwe cihiyêt herîma xwakurkê ne, ev herêma Xwakurkê  
dikevîte sêgoşeya asê ya tuxûbê îranê ‘îraqê û tirkiyê, bi rex qeza Şemzîna ve.
4- Rawandok, dikevine herêma Deşthêretê (دشت هيرت), li vê navçê ew bi jîn û jiyareka koçerî dirêjiyê didene jîn û jiyara xwe. 
Fere bizanin ‘esil û bineta ra vê ‘eşîreta Biradosta eva ku li başurê welatî dijîn, hema ji kevin da ew xwecihî û akinciyêt wêrê ne, nihe bahra pitir ji wa yê li bajerokê Sîdekan (سيدكان) ewê ku ser bi qeza Diyana ve girêdayî parêzgeha Heblêrê yêt akincî û xwecih bîn. 
Belê çeq û tayêt vê ‘eşîreta Biradosta li gelek herêm û welatêt dî jî yêt belav bîn; eve li îranê ,‘îraqê , tirkiyê û ezirbêcanê jî gelek qebîle û babkêt ji vê ‘eşîreta Biradosta yêt heyîn. 
Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî li gel du birayêt xwe navê êkî ‘umer û navê yê dî jî Muhemmed bu ji nav herêma ‘eşîreta Biradosta ji devera Sîdekan (سيدكان) yêt rabîn û mişext bîn, çend saleka li nav ‘eşîreta Zêbariya yêt bîne xwe girtiyêt Mehmud axayê Zêbarî. Paşê ji wêrê yêt rabîn û hatîne Zaxo, heta dibêjin taxê Kêstekê ji bajêrê Zaxo wa yê avakirî, paşê ji wêrê jî ev her sê bira yêt rabîn û hatîn bi fermana mîrê Hakarê yê hîngê li ser vî gundê dibêjinê Pîrosa yan jî Pîroza yêt akincî û xwecih bîn. Şêx ‘eliyê Pîrhesinî li gel birayê xwe ‘umerî ew herduk yêt mayne li ser vî gundê Pîrosa yan jî Pîroza, ‘umer li gel birayê xwe Şêx ‘eliyê Pîrhesinî ‘emrê xwe li wêrê yê borandî û heta ew li wêrê jî yê mirî, (Rehma Xudayê Jorî lê bît). 
Birayê wa yê dî şêx Muhemmed ew di zivirît û diçîte ve başûrê welatî li gundê Kêste(كيسته)  dimînît û ew jî li wê derê akincîdi bît. 
Din nav gundê Pîrosa yan jî Pîroza da li taxê berkevrê goristana vî şêx ‘Eliyê Pîrhesinî û mizgefta wî jî ya hey û gora wî bi xwe jî ya li rexê goristanê bi rex Mizgeftê ve ya bin kelekekê ketî! Li nav xelkê vê herêmê ev goristana şêx ‘Eliyê Pîrhesinî hej berê da bi navê (Meqbera Ş’ex ‘Eliyê Pîrhesinî) ya navdare.
Ev şêx ‘Eliyê Pîrhesinî piştî mirna xwe şeş (6) kura li dûv xwe di hêlît navêt wa eve ne: Malxwê, Rendo, Tajdo, Xemuşîn, neql nav digotê: Şîno, Ehmed, neql nav digotê: sofî, Serkur. Piştî mirna şêx ‘Eliyê Pîrhesinî du kurêt wî anku Serkur û Sofî radibin malêt xwe ji gundê Pîrosa yan jî Pîroza bardiken ew jî di çine Başurê welatî; Serkur diçîte herêma Zaxo li gundê Boselê   (بوصه لي) di mînîte li wêrê û li wêderê akincîdi bît. Hejî gotinêye bêjîn: Seydayê binav û deng Salih yusifî ji dûndeha vî Serkurê kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ye, nihe li gundê Boselê ji kinête û dûndeha vî Serkurî qebîleyeka gelek mezun ya hey, dibêjinê qebîla serkura. Kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî Ehmed ewê neql nav digotê: sofî ew jî diçîte gundê Kêste(كيسته)  li dev mamê xwe şêx Muhemmedê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî di mînîte li wêrê û ew jî li wêrê akincî dibît. Kurekî vî şêx Muhemmedê navê wî ‘eliye ji gundê Kêste diçîte ser gundê Hirorê (هروري) bi malve dimînîte li wêrê, heta gora vî şêx ‘eliyê kurê şêx Muhemmedê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî dinav gundê Hirorê da hêj heta nihe jî ya diyar û berçave. 
  Ev qebîla Pîrhesiniya evêt li qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) anku li Elkî li gundê Pîrosa yan jî Pîroza dijîn hejmara wa geleka boşe hindî bêjî ew di welat perwerin, wa ji ber rewşa serhildana bakur li bihara sala 1999 ê gundê xwe yê berdayî, nihe 20/30 malek yêt mayîne li ser gundî, yêt dî hemî yêt belav bîn çûyine bajerokê Elkî, bajêrê Colemêrgê, Geverê, Wanê, Başkala, Şernexê, Cizîrê, Silopiya, Edena, Mêrsînê.
Seydayê binav û deng Muhemmed Merdoxî Kurdistanî (Mihabadî) 
1885 -1975 ê di kitêba xwe da ewa ku binavê: Tarîxa kurd û kurdisatan
 ( تاريخ كرد و كردستان) li demê ew behsê ‘Eşîreta Ertoşiya diket dibêjît: ‘Eşîreta Ertoşiya ji va qebîle û babka pêk têt: ‘Îzdîna. Mirzkî. Mamereşa. Mamenda. Alan. Pîrozî. Jirkî. Şîdan. Mamxura. maweşiyan. Şerefan. Mamedan. Gewdan. Zifkî. Zêdekî. Havican.ٍ
Seydayê navdar Muhemmed Emîn Zekî Beg jî di kitêba xwe da ewa binavê: Xulaset tarîx Kurd we Kurdistan (خلاصة تاريخ الكرد وكردستان) da dibêjît:
Ertoşî. Ev qebîlahe geleka mezune û gele gundêt wa jî yêt heyîn, çeq û babkêt ev ‘eşîrete jê pêk têt evêt hene: ‘İzedînan. Mirzkî. Mamereş. Mamend. "Yezîdîye". Pîrozi. Jirîkî. Şîdan. Mamxor. Xawistan. Mamedan. Gewdan. Zîwekî. Zifkî ne. 
)موسوعة شاملة عن قبائل الكردMewsu’a Şamîle ‘en-Qebaîl-ul-kurd (
‘Eynen ew jî bi vî şiklê berî nihe me nivîsî ji ٍSeydayê navdar Muhemmed Emîn Zekî Begê wer digirît û neqil diket.
Di kitêba El-Qebaîl-ul-kurdîye fî-împiratorîyet-il-Osmaniye:
 (القبائل الكوردية قي الامبراطورية العثمانية ) ewa ku nivîskarê Îngîlîzî yê navdar: Mark Sykes (مارك سايكس) 1879- 1919 ê nivîsî, evî nivîskarê navdar di vê kitêba xwe ya navbirî da behsê qebîle û babkêt ‘eşîreta Ertoşiya diket û dibêjît: ‘Eşîreta Ertoşiya ji va qebîle û babka pêk têt: Êzdînan. Mirzkî. Mamreşa. Mameda. Alan. Pîrozî. Jirkî. Şîdan. Mamkur. Xaviştan. Şerefan. Mamedan. Gewdan. Zêdkî. Zifkî (Zêwkî). Havcan (Hacan). Heta ev nivîskarê navdar di vê kitêba xwe da dibêjît: Hîngê (anku bitexmînî berî sed sala) gundê Pîrosa/Pîroza yî avabu şêst (60) malêt Pîrosî (Pêrhesinî) lê dijîyan û jîn û jiyara wa li ser çandina tûtinê bu. 
Di kitêba Zaxo el-Madî we Hadir : ( زاخو الماضي والحاضر) ya mamostayê hejî û berketî: Se’îd El-Hac Ez-Zaxoyî jî da, behsê vê hindê yê hatiye kirin; anku wî jî di wê kitêba xwe da yê aşkirakirî û nivîsî ku Pîrosî/Pîrozî jî ‘eşîretin. 
Mela. Muhemmedê Hekarî